Çîrokên  şehîdên komkujiya 25'ê hizîranê bûn pirtûk

Welatiyê bi navê Ednan Elî çîrokên şehîdên komkujiya 25'ê hizêranê ya Kobanê di pirtûka binavê  "Jînameya Şehîdên berbanga sibehê" de kom kir.

Çîrokên  şehîdên komkujiya 25'ê hizîranê bûn pirtûk
26 hezîran, 2018   05:59

CUMA MIHEMED – ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Çeteyên DAIŞ'ê di 25'ê hizêrana sala 2015'an de li bajarê Kobanê komkujî pêk anîn. Di komkujiyê de li Kobanê û Berxbetanê 233 sivîl şehîd bûn.

Welatiyê bi navê Ednan Elî  ji beriya 3 meh û nîvan dest bi berhevkirina çîrokên şehîdên komkujiya Kobanê û Berxbotnê kir. Armanca wî ji berhevkirina wan ew ku çîrok û serpêkhatyên wan bike pirtûk.

Ednan bi hevkariya Îlham Misko ji destpêka meha adara borî de dest bi berhevkirina çîrokan kirin.

Pirtûk du beş in, beşa yekemîn çîrokên şehîdên Berxbetanê ye û beşa duyemîn çîrokên sehîdên Kobanê ye.

Ednan beriya du mehan beşa yekemîn bi dawî kir û ji bo çapê şandibû Qamişlo û niha di van rojan li benda pirtûkê ye da ku weke diyarî li malbatên şehîdên komkujiyê belav bike.

Edanan Armanca nivîsîna pirtûkê wiha anî ziman: "Di dîrokê de gelê Kurd rastî gelek komkujiya hatiye. Ev komkujî ne hatina belgekirina. Ji lewra min xwest ku em vê komkujiyê belege bikin da ku her di bîra dîrokê de bimîne."

Ednan behsa astengiyên ku rastî wî hatine kir û got: "Ji ber ku em di karê nivîsîn nû ne, em di warê teknîkî û nivîsê de rastî gelek astengiyan hatin. Lê ew astengî nebûn kelem li ber derketina beşê yekem ê pirtûkê."

Ednan heta niha hîn dest bi nivîsandina beşê duyemîn ên pirtûkê ne kiriye. Bavê Ednan Elî di komkujiya 25'ê hezîranê şehîd bû.

(şx)

ANHA



" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>