Şehîdên komkujiya 25'ê Hezîranê hatin bîranîn

Şehîdên Komkujiya 25'ê Hezîrana 2015'an  ya ku çeteyên DAIŞ'ê sê sal berê ku dijî sivîlên Kantona Kobanê pêk anî bûn hatin bîranîn.

Şehîdên komkujiya 25'ê Hezîranê hatin bîranîn
Şehîdên komkujiya 25'ê Hezîranê hatin bîranîn
Şehîdên komkujiya 25'ê Hezîranê hatin bîranîn
24 hezîran, 2018   16:50

KOBANÊ

Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê, merasîmeke li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê lidar xist. Li cihê merasîmê wêneyên şehîdên komkujiyê hatin dalqandin

Di merasîmê de, bi dehan şêniyên kantonê di nav de rewşenbîr û helbestvan û endamên Tevgera Çand û Hunerê amade bûn.

Merasîmê bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanên şehîda dest pê kir.

Paşê sînevîzyoneke derbarê komkujiyê de û hovîtiya çeteyan hate pêşkêşkirin.

Di merasîmê de, Koma Şano ya girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido şanoyeke li ser komkuniyê bi navê "Sûc" pêşkêş kir.

Her wiha helbest û stranê ku behsa komkujiyê dike, hatin xwendin.

ANHA