Şervanên QSD'ê du gund li ser sînor rizgar kirin

Şervanên QSD'ê di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê de gundên Recim El-Hecer û Marûf ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Şervanên QSD'ê du gund li ser sînor rizgar kirin
23 hezîran, 2018   18:18

HESEKÊ

Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê di roja xwe ya 20'emîn de bi hemû hêza xwe didome.

Şervanên QSD'ê di çarçoveyê pêngavê de piştî şerên dijwar gihan sînorê Iraqê û gundên Recim El-Hecer û Marûf ên ser sînorê Iraq û Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Bi vê yekê çeteyên DAIŞ'ê di çarçoveyeke teng de asê mane.

(bb)

ANHA