Navenda Meclîsa Jin a Herêma El-Kesrat hate vekirin

Meclîsa Jin a Herêma El-Kesrat bi merasîmekê navendeke xwe vekir.

Navenda Meclîsa Jin a Herêma El-Kesrat hate vekirin
23 hezîran, 2018   17:44

REQA

Bi tevlîbûna endamên Meclîsa Sivîl a Reqayê, Meclîsa Jinên Sûriyê, endamên meclîsên herêmî û dehan şêniyên herêmê, navenda Meclîsa Jin a herêma El-Kesrat bi merasîmekê hate vekirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştre li ser navê Buroya Jin a Meclîsa Sivîl a Reqayê Feyrûz Xelîl, li ser navê Meclîsa Jinên Sûriyê Xaliya El-Kicwan axivîn û vekirina navendê li jinên herêmê pîroz kirin. Kesên axivîne her wiha diyar kirin ku ji bo civakeke demokratîk û jiyanenke hevbeş divê jin xwe ji zihniyata baviksalarî, kevneşopiyên civakî û ji zagonên ku DAIŞ'ê li wan ferzkiribû rizgar bibin û tevlî hemû çalakiyên civakê bibin.

Piştî axaftinên deriyê navendê hate vekirin.

Merasîm bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

(şx)

ANHA