Li Ethiopiayê êrîş: 1 kuştî û 153 birîndar

Di êrîşa ku kombûna alîgirên Serokwezîrê Ethiopiayê Abî Ehmed li Meydana Mîkselê ya paytexta Ethiopia, Edîs Abab hedef girtî de kesek hat kuştin û 153 din jî birîndar bûn.

Li Ethiopiayê êrîş: 1 kuştî û 153 birîndar
23 hezîran, 2018   16:19

NAVENDA NÛÇEYA

Werzîrê Tendrûstiyê yê Ethiopiayê Emîr Aman li ser hesabê xwe yê Tiwîterê belav kiribû, ku li nexweşxaneya Esed El-Isûd di encama êrîşê de kesek hat kuştin û sersaxiya ji malbata kuştî re xwest.

Her wiha Aman destnîşan kir ku heta demjimêra 3'ê piştî nîvro hejmara qurbaniyan tevî kuştiyekî gihaşt 154 kesî ji wan rewşa 10 kesan di metirsiyê de ye.

Beriya wê ajansa Reutersê li ser zimanê Rêveberê Buroya Serokwezîrê Ethiopiayê Vîtsom Erîca ragihandibû ku di meşa alîgirên Serokwezîrê Ethiopia de teqînek pêk hat di encamê de herî kêm 83 kes birîndar bûn.

(şx)

ANHA