Iraq: Li Sûriyeyê 45 çete hatin kuştin

Wezareta Bergiriyê ya Iraqê ragihand ku di êrîşên hewayî yên ser çeteyên DAIŞ'ê yên li Sûriyeyê de 45 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Iraq: Li Sûriyeyê 45 çete hatin kuştin
23 hezîran, 2018   15:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Bergiriyê ya Iraqê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku balafirên F16 ên Iraqê li herêma Hecîn a Sûriyeyê civîna serçete û çeteyên DAIŞ'ê bombebaran kir û cîhê wan rûxandin.

Wezareta Bergiriya Iraqê destnîşan kir ku di êrîşa hewayî de çend serçete jî di nav de 45 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û çend çete jî birîndar bûne.