Li Silêmaniyê  gel li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan

Li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê li li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşek hate lidarxistin.

Li Silêmaniyê  gel li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
23 hezîran, 2018   15:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Meşa ku Eniya Netewî pêşengiya wî dikir di Rêya Saholeke de destpê kir. Girse bi dirûşmên “Qatîl Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Qendîl kelha berxwedanê ye” û “Bijî berxwedana Qendîlê” qîr kirin û bi bankarta “Dijî dagirkeriyê serî hilde” ve meşiyan.

Komîteya amadekar diyar kirin ku bi sedan kes beşdarê meşê bûne. Meşa ku ber bi Parka Nalî ve pêk tê gelek akademîsyen, nivîskar, rêxistinên siyasî û civakî tê de cih girtin.