Hemleya paqijkirinê di qonaxa duyemîn de didome

Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hemleya xwe ya paqijkirina taxê ji bermahiyên şer û êrîşên komên çete berdewam dike. Her wiha Komîteya Hawîrdorê jî hate avakirin da ku parastina hawîrdora taxê bike.

Hemleya paqijkirinê di qonaxa duyemîn de didome
Hemleya paqijkirinê di qonaxa duyemîn de didome
Hemleya paqijkirinê di qonaxa duyemîn de didome
Hemleya paqijkirinê di qonaxa duyemîn de didome
Hemleya paqijkirinê di qonaxa duyemîn de didome
23 hezîran, 2018   10:29

SÎLVA MISTEFA – ROZANA DADO / HELEB

Di çarçoveya kar û xebatên paqijkirina taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji bermahiyên şer û êrîşên komên çete de, Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê hemleya xwe ya paqijkirinê di qonaxa duyemîn de berdewam dike. Şaredariyê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bêtirî ji sedî 70 ji bermahiyan paqij kir.

Di qonaxa duyemîn a hemleyê de jî Şaredariya Gel rê û kolanên taxê paqij dike û tê payîn ku hemle di meha bê de bi dawî bibe.

Komîteya Hawîrdorê hate avakirin

Bi armanca parastina paqijî û xemla taxê û parkên wê Şaredariya Gel, Komîteya Hawîrdorê ku ji 5 kesan pêk tê, ava kir.

Komîteya Hawîrdorê jî tavilê dest bi kar û xebatên xwe kir û niha şaxên daran ên hişk bûne dibire û daran bûdek dike.

Girêdayî mijarê hevseroka şaredariyê Velantîna Ebdo diyar kir ku qonaxa duyemîn a hemleya paqijkirina bermahiyên şer li taxê beriya cejna Remezanê dest pê kiriye û ji bo ew kar û xebatên xwe baş pêk bînin di asta herî bilind de dixebitin.

Endamê Komîteya Hawîrdorê Enwer Serîh diyar kir ku armanca sereke ya avakirina komîteyê ew e ku hawîrdora taxê û xemla taxê were parastin.

ANHA



" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>