Welatiyên Babê li dijî çeteyan derketin

Şêniyên Babê ya Bakurê Sûriyê şevê din li dijî girtinên bê serûber ku komên çete yên girdayî dewleta Tirk pêk tîne, meşiyan.

Welatiyên Babê li dijî çeteyan derketin
Welatiyên Babê li dijî çeteyan derketin
23 hezîran, 2018   10:58

MINBIC

Çavkaniyên herîmî ji bajarê Minbicê diyar kirin ku koma çete ya bi navê "Ehrar El-Şam" piştî kuştina çeteyê wê yê bi navê Ebû Elî El-Babî dest bi girtina welatiyên sivîl bê ser û ber kir.

Çavkaniyan navê welatiyên sivîl ê bi navê Cume Dîb El-Naqûr, Rakan Ebû Mexara û hin welatiyên din ên ji aliyê çeteyan ve hatin girtin belge kirin.

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku bi sedan welatiyên Babê li dijî çeteyan derketin û li ber bargehan wan ku navê "Şirta Sivîl" li xwe kirine kom bûn û li dijî çeteyan derketin. Çavkaniyan her wiha dane zanîn ku çeteyan welatî bi guleyan belav kirin.

ANHA