'Ji bo rizgarkirina Efrînê pêwîstî bi zanebûn, rêxistinbûyîn û hêza leşkerî heye'

Endamên Dîwana Konferansa Rizgarkirina Efrînê diyar kirin ku ji bo rizgkirina Efrînê hêzê leşkerî tenê têrê nakê, pêwîstî bi zanebûn û rêxistinkirina gel heye da ku nexşeriyeke serkeftî û rêxistinkirî were çêkirin ku karibe ji dagirkeran re bibe bersiv.

'Ji bo rizgarkirina Efrînê pêwîstî bi zanebûn, rêxistinbûyîn û hêza leşkerî heye'
23 hezîran, 2018   10:29

CAFER CAFO – ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Rêvebira Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Şaziya Îbrahîm û Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd ku wekî endamên Dîwana Konferansa Rizgarkirina Efrînê hatibûn hilbijartin derbarê konferasnê de ji ajansa me re axivin.

Hêvîn Reşîd di destpêka axaftina xwe de şehîdên Berxwedana Serdemê û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got, "Berxwedana gelê Efrînê 58 rojan bê navber li hemberî dijwariya êrîşên dagirkeriya Tirkiyê efsanên qehremaniyê rêsandin, girêdana gelê Efrînê bi axa xwe hezkirin û hevgirtina gel ji cîhanê re îsbat kir. "

Hêvîn Reşîd, bal kişand li ser lidarxistina konferansê bi navê  "Rizgarkirina Efrînê" û wiha pê de çû, "Piştî birêxistinkirina gel li Şehbayê û bi cihanîna pêwîstiyên wan li gorî derfetên zatî, dem guncaw bû ku konferans were lidarxistin."

Hêvîn Reşîd diyar kir ku di konferansê de, rewşa leşkerî, doplomasî, siyasî, leşkerî û civakî ku li Efrîn û Şehbayê rû didin hatin nirxandin û pîlansaziya rizgarkirina Efrînê hate dayîn.

Hêvîn Reşîd, anî ziman ku ji bo rizgarkirina Efrînê aliyê leşkerî tenê têrê nakê, pêwîstî bi perwerdekirin û rêxistinkirina gel heye da ku nexşeriyeke rêxistinkirî û serkeftî ji bo rizgarkirina Efrînê were xêzkirin.

Şaziya Îbrahîm jî ji aliyê xwe ve da xuyakirin ku ji dagirkirina Efrînê û binpêkirinên li dijê welatiyan di serî de Rûsya berpirsyar e.

Şaziya di berdewama axaftinên xwe de got, "Wekî rêveber me konferans li dar xist, em rexneyên xwe li pêşiya gel û şehîdên Berxwedana Serdemê da. Ji me tê xwestin ku em xwe muhasebe bikin, ya girîng em hewl bidin ji bo rizgarkirina Efrînê pîlanekî deyînin. Em soz didin ku em ê berxwedana xwe mezintir bikin û armancên şehîdan pêk bînin."

(bb)

ANHA