Çarenûsa civak li ser ferz dike, qebûl nake

Emîne Ehmed bi kedê ve girêdayî ye û piştî seqet ma dîsa jî çandiniyê dike û çarenûsa civak li ser ferz dike, qebûl nake.

Çarenûsa civak li ser ferz dike, qebûl nake
Çarenûsa civak li ser ferz dike, qebûl nake
Çarenûsa civak li ser ferz dike, qebûl nake
23 hezîran, 2018   09:40

EYŞÊ MEDÛR/TEBQA

Xebatkara Şaredariya bajaroka Mensûra Emîne Ehmed (35) hîna temenê wê 1 mehî ye di encama derziyeke şaş de ku lêdidin, felc dibe û ji her du lingê xwe seqet dimîne.

Emîne Ehmed nêrandina civakê ji kesên astengdar re qebûlnake, ji malbat û derdora xwe fêrî karê çandiniyê dibe û piştî temenê wê mezin dibe, destbi çandiniyê dike.

Niha jî Emîne Ehmed 4 km carne li ser kursiyê xwe û carne jî bi erebeya Şaredariyê tê karê xwe yê şaredariyê. Li hewşa şaredariyê bexçeyek çandiye. Wê sala 2006`an di Muduriyeta Ceyranê ya bajaroka Mensûre xebitî ye û niha karê xwe yê çandiniyê berdewam dike.

Emîne Ehmed ji ajansa me ANHA`ê re axivî û got:˝ Hemû kes biçûk li astengdaran dinêrin û mîna em nikarin tu karî bikin lê belê min ev yek ji bo xwe qebûlnekir ez alîkariyê ji kesî naxwazim˝.

Emîna Ehmed di nava gotinên xwe de anî ziman ku ew ji alîkariyên ku hinek rêxistinên mirovî dikin, heznake û dixwaze bi keda xwe mezin bibe.

(np)

ANHA