'Bila civaka navneteweyî rê li pêşiya destdirêjiyên Tirkiyeyê bigire'

Bi dehan welatiyên navçeya Dirbêsiyê û gundên girêdayî wê xwepêşandanek li dar xist û bang li civaka navneteweyî kir ku rê li pêşiya destdirêjiyên dagirkeriya Tirkiyeyê bigire.

'Bila civaka navneteweyî rê li pêşiya destdirêjiyên Tirkiyeyê bigire'
'Bila civaka navneteweyî rê li pêşiya destdirêjiyên Tirkiyeyê bigire'
'Bila civaka navneteweyî rê li pêşiya destdirêjiyên Tirkiyeyê bigire'
'Bila civaka navneteweyî rê li pêşiya destdirêjiyên Tirkiyeyê bigire'
'Bila civaka navneteweyî rê li pêşiya destdirêjiyên Tirkiyeyê bigire'
23 hezîran, 2018   09:46

HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên li dijî destdirêjiyên dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê de li herêmên ewle, Meclisa Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê xwepêşandanek organîze kir. Xwepêşandan li pêşiya Navenda Ciwanan a navçeyê dest pê kir û ber bi navenda bajêr ve herikî. Xwepêşanderan pankartên bi nivîsên wekî "Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê re", "Em dagirkeriya Tirkiyeyê li ser bosteke axa welatê xwe qebûl nakin", "Sîstema Erdogan sîstemeke faşîst e" hildan. Xwepêşanderan her wiha dirûşmên dilsoziya bi berxwedana serdemê ya Efrînê re qîriyan û êrîşên Tirkiyeyê ku tevliheviya li herêmê armanc dikin, şermezar kirin.

Piştî ku xwepêşander gihaştin navenda bajêr, deqeyekê rêz girt. Paşê gelek axaftin hatin kirin û di nava wan de hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Ebdullah axivî û dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî herêmên ewle yên Bakurê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û wiha got: "Divê hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê zelal helwesta xwe li hemberî van êrîşên dagirkeriyê ku destkeftiyên gel ên bi saya xwîna şehîdan hatine wergirtin, nîşan bide."

Semer El-Ebdullah di axaftina xwe de bang li dewletên îdiaya demokrasiyê dikin kir ku rê li pêşiya êrîş û destdirêjiyên Tirkiyeyê bigirin.

El-Ebdullah di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Dewleta tirk niha êrîşî herêma Qendîlê ya başûrê Kurdistanê dike ku li vir lehengên azadiyê hatine afirandin. Lê bi van êrîşan tu carî îradeya azadîxwazan nayê şikandin."

Endamê Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Nebî Kûtê jî axivî û bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê bi tundî şermezar kir û wiha got: "Erdogan hewl dide çavên welatiyên Tirkiyeyê ji aloziyên aborî û siyasî  dûr bixe û ji ber vê yekê xwest hilbijartinên pêşwext pêk bîne da ku karibe desthilatdariya xwe li ser giştî aliyên dewletê ferz bike. Her wiha rê li pêşiya çavdêrên navneteweyî digire û nahêle derbasî Tirkiyeyê bibin."

Kûtê di dawiya axaftina xwe de banga yekitiyê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê kir.

Xwepêşandan bi dirûşmên dilsoziya bi Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi dawî bû.

ANHA