Koçberên Iraqê ji zilma dewleta tirk hatin Minbicê

Gelek koçberên ji Iraqê derbasî bajarê Idlibê yê Sûriyeyê bûbûn, rastî zilma dewleta tirk û çeteyên wê hatin. Koçber niha ji zilma dewleta Tirk a dagirker reviyan Minbicê da ku ji wir vegerin Iraqê.

Koçberên Iraqê ji zilma dewleta tirk hatin Minbicê
Koçberên Iraqê ji zilma dewleta tirk hatin Minbicê
Koçberên Iraqê ji zilma dewleta tirk hatin Minbicê
Koçberên Iraqê ji zilma dewleta tirk hatin Minbicê
Koçberên Iraqê ji zilma dewleta tirk hatin Minbicê
23 hezîran, 2018   08:45

 SELWA EBDUREHMAN – KAMÎRAN XOCE / MINBIC

Derdora 100 penaberên ji Iraqê yên hatibûn Sûriyeyê û li herêma Idlibê bi cih bûbûn, ji ber zilm û zordariya dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê di deriyê sînor ê Ewn Dadat re derbasî herêma Minbicê bûn. Koçber dê ji Minbicê derbasî kampa Holê ya katona Hesekê bibin û ji wir jî derbasî Iraqê werin kirin.

Koçberên Iraqê yên ku beriya sal û nîvekê derbasî kampa Idlibê bûbûn û ji ber ku nikaribûn kar li wê derê bikirana, berê xwe da deriyê sînor ê Ewn Dadat ê di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên Diri El Fûrat de. Koçber ji Minbicê dê derbasî kampên Holê yên herêma Cizîrê û ji wê derê jî derbasî Iraqê bibin.  

Di vê derbarê de nûçegihanê ajansa me berê xwe da deriyê sînor û bi gelek koçberan re hevdîtin pêk anî.

Koçbera bi navê Esraî Haşim ya ji bajarê El-Enbar yê Iraqê û dayika 6 zarokan, da zanîn ku ew berê li kampên Idlibê bûn û ji ber zilma çeteyên DAIŞ`ê ew reviyan û berê xwe dan vê derê.  

Esraî Haşim da zanîn ku piştî malên wan xerab bûn wan berê xwe da bajarokê Serqîn ê parêzgeha Idilbê ya Sûriyeyê û ew hatin vê derê, ji ber ku ew li ewlehiyê digerin, lê rastî zilm û zordariya dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê hatin. 

Koçberê bi navê Ekrem Hesen jî da zanîn ku ji ber zilm û zordariya DAIŞ`ê û şerê ku li bajarê wan rûdide wan dev ji warê xwe berda. Hesen diyar kir ku wan gelek îşkence ji dewleta tirk û çeteyên wê xwarin, ji ber ku wê derbasî axa Tirkiyeyê bibûna û li wir kar bikirana, lê hatin  vegerandin kampan.

Tê zanîn ku derdora 215 koçberan beriya 15 rojan deriyê sînor ê Ewn Dadat derbas kir û berê xwe da kampa Holê bi alîkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Rêveberiya Sivîl a Minbicê, ji bo ku ji wê deverê berê xwe bidin Iraqê bi hevkariya di navbera wan û hikumata Iraqê de jî di demeke nêz de werin şandin.   

ANHA