Tîma Şirta xelata 'bi hevre ji bo sporeke baştir' wergirt

Komîteya Ciwan û Werzîşê li Reqayê şampiyonayeke futbolê li dar xist. Tîma Şirta Fiyeta (A) bû yekemîn û xelata "Bi hev re ji bo sporeke baştir" wergirt.

Tîma Şirta xelata 'bi hevre ji bo sporeke baştir' wergirt
Tîma Şirta xelata 'bi hevre ji bo sporeke baştir' wergirt
Tîma Şirta xelata 'bi hevre ji bo sporeke baştir' wergirt
Tîma Şirta xelata 'bi hevre ji bo sporeke baştir' wergirt
Tîma Şirta xelata 'bi hevre ji bo sporeke baştir' wergirt
23 hezîran, 2018   09:31

REQA

Komîteya Ciwan û Werzîşê li Reqayê bi "Bi hev re ji bo sporeke baştir" bi tevlêbûna 9 tîmên girêdayî saziyên Reqayê organîzaasyoneke futbolê dabû destpêkirin.

Duh tîmên ku ji Şirta Fîyeta (A) û Şirta Fiyeta (B) hatin hemberî hev û lîstika fînalê li stada Furat a bajarê Reqayê lîst. Di lîstikê de Tîma Şirta Fiyeta (A) bi ser ket û bû yekemîn.

Di dema lîstikê de gelek alîgirên tîman ji şêniyên Reqayê û endamên meclisa herêmî amade bûn. Di dewreya yekemîn de gelek cudahî di navbera tîman de hebû, ji ber ku gelek derfet ji aliyê her du tîman de hatin windakirin.  Lê di dewreya duyemîn de tîma Şirta Fiyeta (A) golek avêt û tîma Şirta Fiyeta (A) bi ser ket û bû xwediya xelatê.

Paşê Komîteya Ciwan û Werzîşê û Rêxistina Afaqên Nû xelat li tîmên serkeftî belav kirin.

Endamê Komîteya Ciwan û Werzîşê Ehmed Şerîf diyar kir ku lîstika dawîn a tîmên ku di destpêka Remezanê de dest pê kiribûn, amade kirine. Ehmed Şerîf got ku ev organîzasyon cara yekem e ku li ser axa Reqayê tê lidarxistin, piştî çar salên îşkenceyê ji aliyê DAIŞ`ê ve ku bi ser wan de hat. 

(cu/ew)

ANHA

 

" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>