Şêniyên Şengalê ji bo HDP’ê bang kirin

Welatiyên Şengalê bang li êzidiyên Bakur kir ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê û Selaheddîn Demîrtaş da ku hesabê fermanan ji desthilatdariya Tirkiyeyê bixwazin.

Şêniyên Şengalê ji bo HDP’ê bang kirin
23 hezîran, 2018   09:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê di 24'ê Hezîranê (sibe) de hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê pêk werin. HDP jî wek partî beşdarî hilbijartinê dibe û ji bo namzetiya serokkomariyê Selaheddîn Demîrtaş destnîşan kiriye. Welatiyên Şengalê bang li êzidiyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ku dengê xwe bidin HDP'ê û Demîrtaş.

Welatiyê bi navê Simo Yusif bang li êzidiyên Bakur kir û wiha axivî: “Em wek gelê êzidî û teybat gelê Şengalê ji gelê xwe yê êzidî ku li Tirkiyeyê dijî, dixwazin ku dengê xwe bidin HDP'ê, ji bo ku ji bin desthilatderiya Erdogan derkevin. Ger dengê xwe bi awayekî rast bi kar neynin wê bi sedan ferman werin serê gelê kurd û bi teybat serê gelê êzidî. Em hemû dizanin ku heke Erdogan bi ser bikeve ferman dê werin serê me. Gefên Erdogan li ser Şengalê û çawa dibêje em ê li Şengalê bidin, ji ber vê yekê pêwîst e em dengê xwe bidin xwe, Selaheddîn Demîrtaş bi ser bikeve û planên dewlata tirk ên qirêjî bi bin bikevin."

Serkeftina Erdogan tê wateya fermanên nû

Yusif got ku serkeftina Erdogan ji gelê êzidî re tê wateya fermanan û wiha pê de çû: “Ji gelê êzidî re serkaftina Erdogan tê wetaya fermana 75'an, ji ber ku tevahiya cîhanê dizane ku ev fermanên ku dihatin serê me êzidiyan sedama wê dewlata tirk bû. Bila gelê kurd bi giştî bizane ku dewlata tirk dixweze me ji hev qut bike. Niha dewlata tirk dixwaze bikeve başûrê Kurdistanê. Ji ber vê jî hêviyên me yên mezin hene ku her kes dengê xwe bide vîna xwe û rê li ber van fermanan bigirin û gelê kurd û bi aramî bijî."

Yusif Silo jî bang li êzidiyên li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê kir ku dengê xwe bidin xwe û wiha got: “Ger em dixwazin rê li ber fermanan bigirin, em ê dengê xwe bidin HDP'ê."

'Serkaftina HDP'ê pêşîgirtina fermanan e'

Ciwanê bi navê Nasir Hesen jî bang li êzidiyan kir ku dengê xwe bidin HDP'ê û Selaheddîn Demîrtaş û wiha destnîşan kir: “Em ji gelê xwe yê bakurê Kurdistanê dixwazin ku dengê xwe bidin HDP'ê, da ku dawî li desthilatdariya faşîst bê, bi taybet divê gelê êzidî yê li Bakur rabe ser xwe û di 24'ê Hezîranê de bersiva fermanên ku Tirkiyeyê anîne serê civaka me li ser sindoqên dengan bide." 

ANHA