QSD’ê ji bo fermandaran dewreyên nû dan destpêkirin

Akademiyên leşkerî yên QSD'ê îro 2 dewreyên perwerdeyê dan destpêkirin. Dewreyek a fermandaran e, yek jî ji bo amadekirina segvanan e.

QSD’ê ji bo fermandaran dewreyên nû dan destpêkirin
QSD’ê ji bo fermandaran dewreyên nû dan destpêkirin
QSD’ê ji bo fermandaran dewreyên nû dan destpêkirin
22 hezîran, 2018   11:02

GIRÊ SPÎ

Dewreya Fermandaran a QSD'ê ku bi beşdarbûna 60 şervanan hate vekirin, bi navê Dewreya Şehîd Ehmed Mustefa dest pê kir. Dewreya duyemîn jî bi beşdarbûna 34 şervanan li Akademiya Şehîd Sariya û Ronahî bi navê Dewreya Şehîd Zohat Kobanê dest pê kir. Şehîd Zohat Kobanê di hemleya Bagera Cizîrê de li herêma Şedadê şehîd bûbû.

Her du dewre dê 45 rojan dewam bikin. Di dewreyan de dê dersên bîrdozî, segvanî û hunera şer werin dayîn.

Dewre bi merasîmekê hatin destpêkirin. Merasîm bi beşdarbûna bi dehan fermandarên QSD'ê û şervanan dest pê kir.

Meydana akademiyê bi alên YPG, QSD û wêneyên şehîdan hate xemilandin. Merasîmê bi rêzgirtina leşkerî dest pê kir, paşê şervanan soz da ku dê şopdarên rêya şehîdan bin.

Merasîma leşkerî bi xelekên govendê bi dawî bû.

ANHA