Çeteyan tirk jeneratorên toreyên telefonan dizîn

Artêşa tirk a dagirker 3 jeneratorên li herêma Racoyê yên ku enerjî dida şebekeya telefonan dizîn.

Çeteyan tirk jeneratorên toreyên telefonan dizîn
Çeteyan tirk jeneratorên toreyên telefonan dizîn
22 hezîran, 2018   11:27

EFRÎN

Çavkaniyekî ji gundê Moskê yê herêma Racoyê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê 3 jeneratorên ku li ser hawza avê ya li bakurê gund, dizîn.

Çavkanî tekez kir ku jenerator ji bo ku ceyranê bigihînin toreya telefonên (MTN û Syriatel)  destan li herêma Racoyê hatibûn danîn.

Her wiha çavkanî destnîşan kir ku malên welatiyên bi navên Osman Bekir û Mecîd Bekir veguherandin navendên çeteyan.

Ji aliyekî din ve çavkaniyekî ji gundê Şêx Bilo yê girêdayî herêma Racoyê destnîşan kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku malên welatiyan talan kirin, xwe ji gund vekişandin. Her wiha çavkanî got ku çeteyên Tirkiyeyê berê xwe daye gundekî din da ku wî jî talan bikin.

(bx/ew)

ANHA