Tirkiyê çeteyên xwe ji Sûriyê dibe Başûrê Kurdistanê

Hikumeta AKP’ê hewl dide çeteyên di operasyona Mertalê Firatê de bi kar anîbûn, niha jî li Qadên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîla bide şerkirin.

Tirkiyê çeteyên xwe ji Sûriyê dibe Başûrê Kurdistanê
22 hezîran, 2018   10:32

 BEHDÎNAN

Li gorî agahiyên hatine wergirtin hikumeta AKP’ê ku çeteyên Mertalê Firatê  û çeteyên DAIŞ û El-Nusra di şerê xwe yê Bakurê Sûriyê de bikar anîn. Dewleta Tirk niha jî wan li gorî erdnîgariya herêmê perwerde dike û dê di şerê li dijî herêmên Parastinê yên Medya û gêrîla bikar bîne. Çeteyên ku dewleta Tirk ew li dijî hêzên ku Rojav û Bakurê Sûriyê ji teroristan rizgar kirin, dan şerkirin, niha dixwaze bi wan êrîşî herêmên parastinê yên Medya bike.

Li gorî agahiyan ev çete bi eslê xwe ji Tirkiye, Sûriye, Iraq, Afganistan, Azerbeycan û Çeçenistanê ne, li kampên leşkerî yên li bajarên Konya, Tokat û Kayseriyê ên Tirkiyê tên perwerdekirin.

Perwerdeya ‘taktîka gerîla’ didinê

Serokê giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ku di hêla moralê de hêza leşkerî winda kiriye û ji ber vê yekê jî leşkerên ku karibe bişîne qada şer, wekî li Bakurê Sûriyeyê, li Qendîlê jî dixwaze bi rêya çeteyan şer bike. Ji bo ev çete karibin di qada çiya de şer bikin di bin banê Şîrketa Bazirganiya Şêwirmendiya Parastina Navneteweyî (SADAT) de ku bi taybetî ji aliyê Tayyîp Erdogan ve tê birêvebirin û wek artêşeke paralel tê nasîn, perwerdeya taybet a gerîla û parastina wê tê dayîn.

Çete dê bi kincên pêşmergeyan şer bikin

Çeteyên ku hatine perwerdekirin, şandin sînorên Qadên Parastinê yên Medyayê. Hate gotin ku dê cilên pêşmergeyan li wan bikin û li dijî hêzên gerîla bidin şerkirin. Hat destnîşankirin ku niha çete di baregehên MÎT’a dewleta tirk ên li Kanîmasî, Amedî, Bamernê, Qesrê û Sîdekan de hatine bicihkirin û di vir de jî ev çend roj der barê şerê cografîk û parastinê de têne perwedekirin.

‘Tirk dixwazin axa me dagir bikin’

Li dijî dewleta tirk ku dixwaze bikevin Qendîlê, ji aliyê gelê başûrê Kurdistanê ve bertekên mezin hene. Gelê Qendîlê diyar dike ku ketina vê herêmê tê wateya dagirkirinê û da zanîn ku çi dibe bila bibe ew dê li cem gerîlayan cih bigirin.

Dîsa ji fermandarên pêşmergeyan ku di heman demê de ji niştecihên Qendîlê ye Resûl H. destnîşan kir ku ew ne li dijî PKK’ê ne û dewleta tirk bi hinceta PKK’ê dixwaze axa wan dagir bike. Resûl anî ziman ku ew vê hewldanê şermezar dikin û ev tişt gotin: “Ji me re gotin eger operasyon dest pê kir ji bo karibin êrîşî noqteyên PKK’yiyan bikin alîkarî bikin û ji bo koordîneya noqteyan bidin alîkarî xwestin. Em li hemberî vê derketin û me got ev rewş ne tenê PKK’ê, me jî tehdît dike. Wan jî ji me re got em di tespîtkirina noqteyê de zehmetiyê dikişînin û encax hûn alîkarî bidin em dê bi ser bikevin. Lê dîsa me qebûl nekir.”

ANHA