Şaredariya El-Hemrat parkên herêmê sererast dike

Ji bo parastina hawirdora herêmê, Buroya Hawirdorê ya Şaredaiya Gel a El-Hemrat dest bi xebatên sererastkirina parkên herêmê kir.

Şaredariya El-Hemrat parkên herêmê sererast dike
Şaredariya El-Hemrat parkên herêmê sererast dike
Şaredariya El-Hemrat parkên herêmê sererast dike
22 hezîran, 2018   08:04

REQA

Bi armanca geşkirina parkên herêmê Buroya Hawirdorê ya Şaredariya Gel a El-Hemrat a gundewarên rojhilatê Reqayê dest bi xebatên çaksazkirina parkên herêmê kir.

Şaredarî destpêkê parkan ji qirêj û tozê paqij dike û piştre darên nû diçîne.

Der barê vê mijarê de endamê rêveber ê Buroya Hawirdorê ya Şaredariya Gel a herêma El-Hemratê Ebdulezîm El-Ebûd ji ajansa me re axivî û wiha got: "Piştî şerên ku li herêmê rûdane ziyan gihaşt parkan jî. Li ser vê yekê me dest bi xebatên çaksazkirina parka Hemre Xenam kir. Em darên kevn ên hişkbûyî radikin, li şûnê jî darên nû diçînin û ji kokên darên hilkirî kursiyan çêdikin".

Her wiha El-Ebûd diyar kir ku xebatên çaksazkirina gulistanên Hemre Cimasê û Hemre Nasir jî dê berdewam bike.

(şx/ew)

ANHA