Di rojnameyên ereban de îro çi heye?

Rojnameyên ereban di nûçe û nivîsên xwe yên îro de rewşa başûrê Sûriyeyê û destpêkirina hemleya leşkerî ji aliyê hêzên rejîmê ve wek mijarên sereke dîtin. Di rojnameyan de her wiha daxuyaniyên fermandarên Amerîkayê yên wekî ‘kê Minbic ji DAIŞ'ê rizgar kiribe, dê ji wan re be’ û her wiha metirsiya Erdogan ku piraniya dengê xwe di hilbijartinan de winda dike, cih girt.

Di rojnameyên ereban de îro çi heye?
22 hezîran, 2018   07:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Di rojnameyên ereban ên vê sibê de rewşa li Sûriyeyê wek mijareke sereke derkete pêş. Rojnameyan her wiha bal kişand ser rewşa li Iraq û Yemenê jî.

لاRojnameyan der barê rewşa li Sûriyeyê bal kişand ser pêla koçberiya sivîlan a ji başûrê Sûriyeyê û êrîşa hêzên rejîmê. Rojnameya El-Quds El-Erebî der barê mijarê de sernavê "Şêniyên başûrê Sûriyeyê ji ber bombebarana rejîmê bi komî koçber dibin… NY ji bandora tundiyê hişyar dike" avêt. Rojnameya El-Şerq El-Ewsat jî der barê mijarê de sernavê "Metirsiya navdewletî ji rewşa sivîlan li başûrê Sûriyeyê re" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku metirsî li ser 750 hezar welatiyên başûr-rojavayê Sûriyeyê heye û wiha dom kir: "Ji ber êrîşa hêzên rejîma Sûriyeyê ya li ser herêmê welatî ji parêzgeha Dera ber bi sînorê Urdinê ve koçber bûn."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî got ku rêxistinên navdewletî der barê mijarê de daxuyanî dan û got ku rapor tên ku şer û bombebaran li gelek bajarokên li rojava û rojhilê parêzgeha Dera dewam dike. Gelek herêmên Dera hatin bombebarankirin. Di encamê de 11 li bajarê Dera, bi giştî 20 kesan jiyana xwe ji dest da. Hejmarek mezin jî birîndar bûn."

Rojnameya El-Heyat jî der barê mijarê de sernavê "Vekişîna Îranê ji başûr rê li ber çareseriyê vedike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hêzên rejîmê topbaran û bombebarana li ser başûrê Sûriyeyê didomînin û ev tişt anî ziman: "Di encamê de pêla koçberiya sivîlan a ber bi sînorê Urdinê ve zêde bû. Duh vekişîna hêzên Îranê bi kurbûna 40 kîlometreyan hate diyarkirin. Di heman demê de jî danûstandinên di navbera Urdin, Amerîka û çekdarên başûr de pêk hat. Ev yek jî diyar dike ku çareseriya aloziyan ku hêzên herêmî û navdewletî mudaxaleyî wê kiriye, nêzîk bûye."

Rewşa Minbicê

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat bal kişand ser serdana şandeya amerîkî ya ji bajarê Minbic re. Rojnameyê der barê mijarê de sernavê "Fermandarên leşkerî yên amerîkî: Kê Minbica Sûriyeyê ji DAIŞ'ê rizgar kiribe, wê bajar di destê wan de bimîne" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha got: "Malpera Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê (Mersed El-Sûrî) aşkera kir ku şandeyek amerîkî ji fermandarên payebilind pêk tê, bi awayekî fermî serdana Minbicê kir û wiha dom kir: "Berpirsên Amerîkayê tekez kir ku bajarê Minbicê xetereyê li ser tu aliyan çênake û destnîşan kir ku ên bajar ji DAIŞ'ê rizgar kirin, dê bajar di destê wan de bimîne. Fermandaran tekez kir ku ew ê piştgiriya xwe ya bi hêzên leşkerî yên Mibicê re bidomînin. Şandeya amerîkî li nava bajar geriya û rewşa heyî şopand.”

Iraq

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El-Ereb sernavê "Dadgeha Iraqê rê li ber lihevkirina siyasî ya aloziya hilbijartinan vedike" avêt. Rojnameya El-Heyat jî der barê mijarê de wiha got: "Dageha Federal hemû aliyan razî dike û lîsteya encamên hilbijartinên Iraqê vedigerîne"  Rojnameyê di nivîsa xwe de ev tişt anî ziman: "Dadgeha Fedaral a Iraqê duh biryar da ku dê li gorî sererastkirina parlamenteriyê ji qanûna hilbijartinan re, dest bi hejmartina dengan a bi destan bike. Dadgehê qebûl nekir ku encamên hilbijartinan ên li derve îptal bike. Bi vê yekê jî rê li ber deriyeke din vedike."

Yemen

Der barê rewşa Yemenê de jî rojnameya El-Heyat sernavê "Ji bo hemleya rizgarkirina bendera El-Hudeyda teqwiye pêk tê" avêt. Rojnameya El-Ereb jî der barê mijarê de sernavê "Li gelek eniyên Yemenê şer giran dibe û tevgera şer a hûsiyan zêde dibe" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku çavê hemû aliyên rewşa Yemenê dişopîne û wiha dom kir: "Hêzên Yemenê ku piştgiriya xwe ji Koalîsyona Erebî digirin, li dijî çekdarên hûsiyan ên piştgiriya xwe ji Îranê qezenc bike. Ji ber girîngiya stratejîk a bajar û bendera wê."

Rojnameyê li ser zimanê Koalîsyona Erebî jî ev tişt anî ziman: "Çalakiyên leşkerî ku artêşa Yemenê pêk tîne, tevger û pêşketinên xwe didomîne. "

Hilbijartinên Tirkiyeyê

Rojnameya El-Ereb der barê hilbijartinên Tirkiyeyê de sernavê "Heke Erdogan di hilbijartinan de bi ser bikeve û piraniya parlamentoyê winda kir, dê çi bibe?" avêt. Rojnameyê got ku serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan nikare metirsînên xwe ji encamên hilbijartinan veşêre, alîgirên xwe amade dike ku AKP piraniya endamên xwe yên parlamentoyê winda bikin. Ev di daxuyaniyên wan de ku dibêjin heke bi xwe bi girtina piraniya dengan bi ser neket, wê hevgirtinan saz bike. Li gorî çavkaniyan dibe ku pêwîstiya AKP’ê bi tûreke din a hilbijartinan hebe, dibe ku piraniya nûnertiya xwe di parlamentoyê de winda bike ku ji 600 kursiyan pêk tê."