Ciwanên Bakurê Sûriyê gihiştin deriyê Sêmalka

Ciwanên Bakurê Sûriyê ên vê sibê di roja duyemîn a meşa xwe ya ber bi Başûrê Kurdistanê ve derketin rê gihan deriyê sînor ê Sêmalka. Ciwan li benda bersiva rayedarên Başûrê Kurdistanê ne ku derbasî Başûr bibin.

Ciwanên Bakurê Sûriyê gihiştin deriyê Sêmalka
22 hezîran, 2018   08:41

QAMIŞLO

Ciwanên Bakurê Sûriyê bi armanca şermezarkirina dagirkeriya Tirk ji xaka Başûrê Kurdistanê re û gefa êrîşa li ser Qendîlê 2 roj berê ji gundê "Tiqil Biqil/Kenana" dest bi meşa ber bi Başûrê Kurdistanê ve kirin.

Nûçegîhanên me yên ji duh ve meşê dişopîn in, diyar kirin ku ciwan di vê navberê de gihiştin Deriyê Sînor ê Sêmalka. Ciwan li deriyê Sîmalak kom bûn û bi rayedarên  Başûrê Kurdistanê re ketin nava têkiliyê da ku rê ji wan re were vekirin. Ciwan di vê navberê de li benda bersivê ne ku ku derbasî Başûr bibin û riya xwe ya ber bi Qendîlê ve bidomîn in.

Ciwanên ji Reqa, Dêrazor û Şengalê jî tevlî meşê bûne. Hejmara ciwanên ku ji pêkhatyên kurd, ereb û suryanî di nava wan de cih digirin derdora 2 hezaran e. Di heman demê de hejmarek dayîkên şehîdan cihê xwe di meşa ciwanan de digrin.

ANHA