Meşa ciwanên Bakurê Sûriyeyê di roja duyemîn de didome

Ciwanên Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi armaca ku derbasî  başûrê Kurdistanê bibin meşa xwe ber bi deriyê Sêmalka ve didomînin da ku êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser xaka Kurdistanê şermezar bikin.

Meşa ciwanên Bakurê Sûriyeyê di roja duyemîn de didome
22 hezîran, 2018   07:26

QAMIŞLO

Duh di saetên êvarê de meşa ciwanan gihaşt gundê Teqil Beqil/Kinane yê herêma Koçberan a girêdayî herêma Cizîrê. Ciwanan şeva xwe li gund derbas kir. Ji roja yekem ve ciwan meşa xwe ber bi deriyê Sêmalka ve yê di navbera Rojava û başûrê Kurdistanê de didomînin.

Zêdetirî 2 hezar ciwan ji duh ve ji hemû bajar û herêmên Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji gundê Xana Serê ya herêma Koçerat li ser pêyan ber bi deriyê sînor ê Sêmalka ve dimeşin da ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya li herêmên başûrê Kurdistanê re şermezar bikin.

Ciwanên herêmên Cizîr û Firatê û her wiha yên bajarên Reqa, Minbic, Dêrazorê û herêma Şengalê tev li meşa ber bi Başûr ve bûne. Zêdetirî 2 hezar ciwan ji hemû pêkhateyên kurd, ereb, suryanî û hemû pêkhateyên Rojava – Bakurê Sûriyeyê tev li meşê bûne. Her wiha dayikên şehîdan jî ji destpêkê ve tev li meşa ciwanan bûne.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn "Asayîşa Rojava", hêzên trafîkê û ambulansên Heyva Sor a Kurd piştgiriyê didin meşa ciwanan.

Wekî ku hatiye payîn wê meşa ciwanan îro bi armanca ku derbasî başûrê Kurdistanê bibe, dê bigihîje deriyê Sêmalka.

(bx/ew)

ANHA