Gazên jehrê ku li Efrînê hatin bikaranîn jiyana sivîlan dixe xeteriyê

Emîne Elîko ya Efrînî di encama êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê yên bi gazên jehrê li ser Efrînê de di nefesê de nexweş dibe. Li gorî bijîşkan Emîne li pêşberî nexweşiya kansirê rû bi rû ye.

Gazên jehrê ku li Efrînê hatin bikaranîn jiyana sivîlan dixe xeteriyê
Gazên jehrê ku li Efrînê hatin bikaranîn jiyana sivîlan dixe xeteriyê
Gazên jehrê ku li Efrînê hatin bikaranîn jiyana sivîlan dixe xeteriyê
Gazên jehrê ku li Efrînê hatin bikaranîn jiyana sivîlan dixe xeteriyê
22 hezîran, 2018   07:23

ROZANA DADO / HELEB

Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên ji 20‘ê Çileyê ve li ser kantona Efrînê çekên qedexekirî bi karanîn. Welatiyên Efrînê bi bermahiyên êrîşan bandor bûne û gelek jî nexweş ketine.

Emîne Elîko, ji ber bikaranîna gazên jehrê metirsiya nexweşiya kensera di qirika xwe de jiyan dike.

Emîne serpêhatiya xwe wiha vedibêje:" Mala min li taxa Mehmûdiyê yê Efrînê ye. Ji ber topbarana dewleta Tirk, ez neçar dimam ku penceriyên malê vekim. Rojekê piştî topbaranê min bihnek nexweş bihin kir pişt re dengê min çû". Ji ber wê Emîne serî li heyva Sor a Kurd da, bijîşkan jê re gotin ku dengê wê ji ber bihinkirina gazên jehrê wisa bûye.

Rewşa Emîne her çû xirabû, lewra çû Helebê serî li bijîşkan da. Bijîşkên Helebê mîna yên Efrînê ji Emînê re gotin ku pêlên deng ji ber bihinkirina gazên jehrê zirar dîtine û eger tedawî nebe wê bi nexweşiya Kensera Qirikê keve.

Bijîşk ji rewşa Emîne bi gumanên, niha Emîne di bin çavdêriya bijîşkan de ye.

(şx)

ANHA