Ebû Adil: Koalîsyona Navnetewî dê li Minbicê be

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil piştî civîna bi fermandarên Amerîkî re, diyar kir ku aliyê Amerîkî tekez kiriye ku dê Koalîsyona Navdewletî parastina ewlehiya Minbicê berdewam bike. Ebû Adil da zanîn ku hêzên Tirkî derbasî Minbicê nebûye.

Ebû Adil: Koalîsyona Navnetewî dê li Minbicê be
21 hezîran, 2018   15:41

MINBIC

Fermandarê Gişî yê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Mihemed Ebû Adil piştî civîna wan a bi şandeya Amerîkî re, ji ajansa me diyar kir ku şandeya Amerîkî bi armana rihetkirina dilê welatiyan hate Minbicê û diyar ku ku şandeyê tekez kiriye ku Koalîsyona Navdewletî dê li kêleka Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bajarê û gundên wê biparêze.

Abû Adil, her wiha destnîşan kir ku endamên şandeya Amerîkî ji wan re da xuyakirin ku dewriyeyên Artêşa Tirk li ser xeta çeteyên Diri El-Firat dimeşin û dewriyeyên hêzên Amerîkî jî li ser xeta hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê digerin.

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Mihemed Ebû Adil, her wiha anî ziman ku armanca dewriyan ew ku binpêkirin û şer di navbera hêzên Meclîsa Lekerî ya Minbicê û çeteyên dagirkeriya Tirkiyê dernekevin.

Şadeyek ji fermandarên Amerîkî ku di nav de Fermandarê Hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn Jeneral Joseph Fotill û Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Amerîka Jean Rudd ji bo şopandinê hatin Minbicê û bi şandeyek Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê û fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li nav bajarê geriyan, piştre civîneke ji çapemeniyê re girtî lidarxistin.

(bb)

ANHA