YPG‘ê nasnameyên  6 şervanên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG‘ê bi daxuyaniyekê nasnameya 6 şervanên xwe di dem û dîrokên cuda di Pêngava Berxwedana Serdemê û Bagera Cizîrê de şehîd bûne ragihand.

YPG‘ê nasnameyên  6 şervanên xwe eşkere kir
YPG‘ê nasnameyên  6 şervanên xwe eşkere kir
YPG‘ê nasnameyên  6 şervanên xwe eşkere kir
YPG‘ê nasnameyên  6 şervanên xwe eşkere kir
YPG‘ê nasnameyên  6 şervanên xwe eşkere kir
YPG‘ê nasnameyên  6 şervanên xwe eşkere kir
21 hezîran, 2018   15:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatiye weşandin, wiha hate gotin:

"Di çarçoveya duyemîn pêngava Berxwedana Serdemê ya li Efrînê, hêzên me li hember gelek xal û baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî, li navenda bajarê Efrîn û gundewarên wê rêzeçalakiyên bi bandor pêk anîn.

Di dîroka 22 Adarê, hêzên me li hember leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên ku li çiyayê Hawar ya herêma Raco bicîh bûbûn çalakiyeke bi bandor pêş anîn. Çalakiya ku gelek leşker û çeteyên artêşa dagirker tê de hate kuştin de di encama êrîşên hewayî ya artêşa dagirkeran de hevalek me şehîd ket.

Dîsa di dîrokên 2-4 Nîsanê de li heman herêmê, piştî çalakiyan 4 hevalên me di encama êrîşên hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd ketin.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya ku hêzên me jî tê de cîh digirin de, li herêma Dêrezorê;

Di dîroka 17‘ê Hezîranê, di dema operasyona rizgarkirina bajarokê Dişîşa ji çeteyên DAIŞ şer û pevçûnên dijwar rû dabûn. Di encama pevçûnan de yek ji fermandarê hêzên me yên li herêmê rêheval Mahir Çiya piştî berxwedaneke lehengî gihîşt şehadetê.

Em rêheval Mahir Çiya û 5 hevalên xwe yên din ku di Berxwedana Serdemê û pêngava Bager Cizîrê de şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin ku heya biser xistina têkoşîna şehîdên xwe emê têkoşînê bidomînin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Awyer Rojhilat

Nav û Paşnav: Mehran Muhamedî

Navê Dayikê: Keraman

Navê Bav: Nemat

Cihê Ji Dayikbûnê: Tehran

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 2 Nîsana 2018

**********

Nasnav: Cudî Rojava

Nav û Paşnav: Hediye Hesen

Navê Dayikê: Ezîze

Navê Bav: Ednan

Cihê Ji Dayikbûnê: Girkê Legê

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 3‘ê Nîsana 2018

*********

Nasnav: Hîwa Azad

Nav û Paşnav: Samanî Karaberdî

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Behman

Cihê Ji Dayikbûnê: Sine

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 3‘ê Nîsana 2018

**********

Nasnav: Mahîr Çiya

Nav û Paşnav: AbdullÎlhan

Navê Dayikê: Nuriye

Navê Bav: Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 17‘ê Hezîrana 2018

**********

Nasnav: Reşîd Helo

Nav û Paşnav: Bextiyar Mihemed Pur

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Saqiz

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 4‘ê Nîsana 2018

 **********

Nasnav: Şervan Zagros

Nav û Paşnav: Alan Ibrahîm

Navê Dayikê: Nura

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Dirbêsiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 22‘ê Adar 2018"