Çeteyan agir berdan tekane girava Efrînê 

Kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên dizî, talanî, şewitandin û malwêranî didomin. Çeteyan vê carê agir berdan daristana li Girava Meydankê ya Efrînê.

Çeteyan agir berdan tekane girava Efrînê 
21 hezîran, 2018   15:20

EFRÎN

Leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku li Efrînê dizî, talanî, kuştin, revandin, îşkence û şewitandina zeviyan berdewam dikin, li gor agahiyan agir berdane daristana Girava gundê Meydankê ya navçeya Şera ya Efrînê. Di wêneyê ku ji aliyê çavkanî ve ji me re hatiye şandin de, çeteyên girêdayê dewleta Tirk bi armanca xirakirina xwezaya Efrînê di dîroka 20‘ê Hezîranê de agir bi tekane girava Efrînê ya ku dikeve gundê Meydankê ya girêdayî navçeya Şera xistin.

Çavkanî diyar kir ku welatiyên niha li wir bi cih bûne xwestin mudaxeleyê agir bikin lê ji ber çete di heman demî de guleyan jî direşînin nahêlin kes xwe nêz bike.

ANHA