Rêveberiya trafîkê ya Tebqa pîlaqeyên taybet li motorsklêtan belavkirin

Rêveberiya veguhestinê ya girêdayî  komîteya hundirîn a Rêvberiya xweser li bajarê Tebqa yê pîlaqeyên hejmarî li motorsklêtan belavkirin

Rêveberiya trafîkê ya Tebqa pîlaqeyên taybet li motorsklêtan belavkirin
21 hezîran, 2018   13:54

TEBQA

Rêveberiya veguhestinê di 18 `ê Hezîranê de dest bi belavkirina Pîlaqeyên motorsklêtan belavkirin .

Ji ber paçeya pîlanqeyan a zêde, ji ber wê jî rêveberiyê veguhestinê nirxê pîlaqeyan kêmkirin ji ber ku rewşa welatiyan ya abûrî ne alîkare .

Hevserokê rêveberiya veguhestinê Mihemed Dodeq li ser Sedema belavkirina van pîlaqeyan  axivî û got ku " rêveberiya veguhestinê dest bi belavkirina van bîlaqeyan kir ji bo tu kes nikarîbe motorsklêtan  birevîne .

Li ser qeyd kirina motorsklêtan jî Dodex da zanîn ku " qeykirina motorsklêtan  pir hêsane tiştên pêwîst ku motorsklêt bînin qada rêveberiyê eyar kiriye û paşê tê fehs kirin ji bo pirsgirêk bi xwediyê motorsklêt re dernekevin .

Di demên dawî de hate xuya kirin bi sedan welatî dihatin motorsklêrên xwe li gel me qeyd dikirin û palîqên hejamrî  didan wan.

Her wiha rêveberiya veguhestinê di kare di demên bê de ku qoçanên elktronîk bide xwediyê motorsklêtan wkeke ku çawa kirin ji erebeyan re.

(cu-ew)

ANHA