Berê gelê Başûr sibe li Qendîlê ye

Bi pêşentgiya Eniya Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk sibe gel ji seranserê Herêma Kurdistan, li hember dagirkeriya dewleta Tirk berê xwe didin Qendîl.

Berê gelê Başûr sibe li Qendîlê ye
21 hezîran, 2018   13:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk berê xwe dide Qendîlê. Wê sibe bi pêşengiya Eniya Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk, bi sedan welatî ji seranserê Herêma Kurdistanê ber bi Qendîlê ve bimeşin.

Dem û cihê ku welatî lê kom bibin

Silêmanî: saet 07:00’ê li ber deriyê Baxî Giştî

Hewlêr: saet 07:00’ê li ber derê Macidî Moll

Kerkûk: saet 07:00 li ber derê avahiya Tevgera Azadî

Çemçemal: saet 06:00 li ber derê Baxî Şemame

Şarezu, Helebce û Pencewîn: saet 06:00’an li aliyê pira nava bazarê

Xurmatû: saet 05:00 li ber derê avahiya Tevgera Azadî

Kelar: saet 05:30 li ber avahiya Tevgera Azadî

Ranya: saet 10:00 li gundê Qurego

Kifrî: saet 05:30 dinava bazarê de

Wê welatî ji hemû bajar û navçeyan li Ranye bigihin hev û ji wir jî bi girseyî berê xwe bidin Qendîl.