Şêxên bajarê Minbicê: Erdogan rêveberê sereke yê terorê ye

Rûspî û şêxên herêma Minbicê gef û êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Minbicê şermezar kirin û got em li vê derê rêveberiya xwe dikin û em ê li hemberî dagirkeriya tirk bisekinin.

Şêxên bajarê Minbicê: Erdogan rêveberê sereke yê terorê ye
21 hezîran, 2018   12:41

KAMÎRAN XOCE-SELWA EBDULREHMAN/MINBIC

Şêniyên bajarê Minbicê duh bi armanca şermezarkirina dagirkeriya dewleta tirk a Efrînê û gefên li ser Minbicê çalakî li dar xistin. Çalakî bi slogana "Rêveberiya Minbicê ya Sivîl nimûneya nûnertiya vîna gel e" pêk hat.

Nûnerê êla Betûş Îbrahîm El-Cabir êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin û da zanîn ku eger dev ji dijminatiya xwe bernede wê gelek lêpirsîn jê were xwestin.

Tê zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê Minbic û gundewarên wê di Kanûna 2014`an de dagir kir û bajar 3 salan di bin dagirkeriya çeteyan de ma lê dema dagirkirinêgelê herêmê gelek zehmetî kişand, hetanî ku bajar li ser destê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate rizgarkirin. 

Her wiha Şêx Îbrahîm El-Cabir da zanîn ku Erdogan kesê sereke ye ku li DAIŞ`ê xwedî derket, ji milê leşkerî û siyasî ve, lê bajarê Minbicê li ser destê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate rizgarkirin û da zanîn ku gelê herêma Minbicê bi ewlehî û kêfxweşî lê dijîn.

Hêjayî gotinê ye ku Minbic di 15`ê Tebaxa 2016`an de li ser destê Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û bi alîkariya Yekîneyên Parastina Gel hate rizgarikirin.

Şêx Remedan El-Îbrahîm yê ji êla EL-Cibûr jî axivî û wiha got: "Em nahêlin artêşa tirk a dagirker derbasî welatê me bibe."

Ji aliyekî din ve jî şêxê êla El-Bûbna Mihemed EL-Cedan jî axivî û ev tişt anîn ziman: "Em li himberî dagirkeriya tirk gelek caran derketin çalakiyan, ji ber ku Erdogan dixwaze demên bav û kalên xwe yên osmanî di roja me ya îro de pêk tîne." El-Cedan da zanîn ku wek êlên bajarê Minbicê dê li hemberî dagirkeriya tirk bisekinin û da diyarkirin ku Erdogan şivanê herî mezin e ku çeteyên DAIŞ`ê bi rê ve dibirin.

(cu-ew)

ANHA