Şêniyên Tirbespiyê li dijî dagikeriyê meşiyan

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê bi hemû pêkhateyên xwe yên kurd, ereb, suryan, nûnerên partiyên siyasî û endamên saziyên sivîl ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser çiyayên Qendîlê û dagirkeriya wê ji xaka Bakurê Sûriyê re xwepêşandanek li dar xist.

Şêniyên Tirbespiyê li dijî dagikeriyê meşiyan
21 hezîran, 2018   12:50

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê li pêşiya navenda Kongreya Star kom bûn. Di xwepêşandanê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Yan serkeftin an berxwedan, Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re" hatin hildan.

Di meşê de dirûşmên li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ji herêmên başûrê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê re hatin rêzkirin. Meş li sûka navendî ya bajar geriya.

Paşê meş li sûka rojavayî bajar veghurî mitîngê. Mitîng bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê meclisa navçeya Tirbespiyê Silêman Bedir axivî. Bedir tekez kir ku derketina şêniyên Tirbespiyê bi hemû pêkhateyên kurd, ereb û suryan nameya herî mezin li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê ye. Bedir di dawiyê de got ku gelê Bakurê Sûriyeyê dê heta dawiyê li hemberî êrîşên derve li ber xwe bide.

Paşê yek ji rêveberên PDKS`ê Ebas Hisên axivî û bang li hemû partiyên Kurdistanê kir ku kongreya neteweyî ya Kurdistanê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê li dar bixin.

Her wiha bi navê PDK-Sûriye Ciwan Siko tekez kir ku êrîşên artêşa tirk a dagirker li ser Qendîlê bi armanca ku îradeya gelê azadîxwaz bişikîne û projeya aştiyê li başûrê Kurdistanê têk bibe, pêk tên.

Yek ji rêveberên PYD`ê Silêman Hisên jî axivî û diyar kir ku piştî ku dewleta tirk di aliyê hundrîn de têk çû, niha jî bi armanca ku desthilatdariya Erdogan dirêj bike dixwaze aloziya xwe ber bi derve bibe û biratiya gelan li herêmê têk bibe.

Mitîng bi dirûşmên li dijî dagikeriya Tirkiyeyê bi dawî bû.

(bx/ew)

ANHA