Li Efrînê du teqîn- HAT NÛKIRIN

Li navenda bajarê Efrînê du mayîn teqiyan, yek li navenda çand û hunerê û ya din li taxa Mehmûdiyê.

Li Efrînê du teqîn- HAT NÛKIRIN
21 hezîran, 2018   11:03

EFRÎN
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, li navenda bajarê Efrînê du mayîn teqiyan, yek li navenda çand û huner ya berê ku çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker kirine bargeh û ya din li taxa Mehmûdiyê.
Çavkaniyan diyar kirin ku teqîn derdora saet di 12:30‘an de rû dan û gotin ku hêzên dagirker cihê teqînê dorpêçkirin.
Derbarê ziyanan tu agahî nehatin bidestxistin.

(bb)


ANHA