Jinên Girê Spî salvegera rizgariya bajarê xwe pîroz kir

Jinên kantona Girê Spî bi hemû pêkhateyên xwe kêfxweşiya xwe ji bo salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê xwe diyar kir. Jinan tekez kir ku rizgarkirina bajarê wan rizgarkirina jinan e.

Jinên Girê Spî salvegera rizgariya bajarê xwe pîroz kir
21 hezîran, 2018   11:21

GULÎSTAN MIHMED – MED SELÛM / GIRÊ SPÎ

Piştî derbasbûna 3 salan di ser rizgarkirina bajarê Girê Spî çeteyên DAIŞ`ê re jinên kantonê ji ajansa me ANHA`yê re kêfxweşiya xwe diyar kir.

Welatiya ermenî ya bi navê Lûsiyan Matûsiyan salvegera rizgarkirina kantona ji çeteyên DAIŞ`ê li hemû pêkhateyan pîroz kir û got ku rizgarkirina kantonê bi xwe re serbestî û azadiya rê û resmên Ermenistanê vegerand.

Welatiya bi navê Mediya Hesen jî diyar kir ku bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan herêm ji çeteyan hate rizgarkirin. Her wiha Mediya Hesen salvegera 3`yemîn a rizgarkirina bajarê xwe li hemû pêkhateyên herêmê pîroz kir. Mediya Hesen destnîşan kir ku rizgarkirina Girê Spî tê wateya rizgarkirna jinan ji zilm û zorê û got ku ew bi hêvî ye ku hemû herêmên Sûriyeyê ji çeteyan werin rizgarkirin.

Ji aliyê xwe ve welatiya ji pêkhateya ereb a bi navê Şadiya Hec Elî got ku şehîdan ji bo rizgarkirina herêmê ji çeteyan canê xwe feda kiriye. Şadiya di axaftina xwe de got ku ew bi hêvî ye ku sala li pêş wan hemû herêmên Sûriyeyê ji çeteyan werin rizgarkirin û bi avakirina Sûriyeyeke nû û jiyana hevbeş şahiyan li dar bixin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bajarê Girê Spî di 15’ê Hezîrana 2015`an de ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê ve ji çeteyan hate rizgarkirin.

(bx/ew)

ANHA