Li Hesekê qeza: Zarokekê jiyana xwe ji dest da  

Zaroka bi navê Meyav Ela di encama qezaya ku duh êvarê li parka Xabûr rûda, jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de hêzên Asayîşê berê xwe da cihê bûyerê û lêpirsîn da destpêkirin.

Li Hesekê qeza: Zarokekê jiyana xwe ji dest da  
21 hezîran, 2018   10:56

HESEKÊ

Li parka Xabûr ya bajarê Hesekê duh êvarê dema zarokan dilîst, keştiya lîstokan kete xwarê û di encamê de gelek zarok birîndar bûn.

Zaroka bi navê Meyav Ela ya 4 salî, veguhestin nexweşxaneya Qamişlo lê tevî hewldana bijîşkan Meyav Elî serê vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên nexweşxaneyên Hesekê diyar kir ku rewşa zarokên birîndar ber bi başiyê ve diçe.

Şahidên bûyerê da zanîn ku lîstoka zarokan bê hevsengî bû, ji ber ku divê 16 kes lê siwar bibûna, lê belê 18 zarok lê siwar bûbûn.

Hêzên Asaîşê jî ji dest bi lêpirsîna sedemên qewimîna bûyerê kir.

(cu-ew)

ANHA