Rêjîm deverên opozîsyonê li başûr ji hevûdu cûda dike

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa rewşa li başûrê Sûriyeyê ku bêtir aloz dibe kirin. Rêjîma Sûriyeyê êrîşên xwe yên leşkerî zêde dike û Rûsya jî êrîşên xwe yên siyasî zêde dike. Netewên Yekbûyî diyar dike ku sûc li Xota El-Şerqiyê pêk hatine. Dadgeha Federaliyê ji bo bidawîkirina gengeşeyên girêdayî guhertina qanûna hilbijartinên Îraqê îro dicive. Pisporan di derbarê binavbûna Delta El-Nîl metirsiyên xwe anîn ziman.

Rêjîm deverên opozîsyonê li başûr ji hevûdu cûda dike
21 hezîran, 2018   09:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin gelek mijarên girîng derxistin holê û yek ji wan dijwarbûna aloziya li Baûrê Sûriyeyê piştî ku rêjîma Sûriyeyê çalakiyeke leşkerî li vir daye destpêkirin. Artêşa Yemenê jî ji aliyê başûr ve derbasî bajarê El-Hudeyda dibe. Her wiha metirsiyên derketina şerekî nû li Gazzayê û gelek mijarên din.

Aloziya li başûrê Sûriyeyê dijwartir dibe

Rojnameyan behsa rewşa Sûriyeyê û dijwarbûna aloziya li başûr kirin. Rojnameya El-Heyat manşêteke xwe di vê derbarê de wiha bi nav kir: "Şam leşkerî êrîş dike û Rûsya jî siyasî êrîş dike da 'girêdesta başûr' bi lez pêk bînin." Rojnameyê diyar kir ku li rex êrîşên leşkerî yên rêjîmê rewşa li başûr bêtir ber bi têkçûnê ve ye.  Topbaran li dijî Deraa ber bi Quneytera ve firehtir bû. Di encamê de bi dehan kuştî û birîndar derketin. Di heman demê de dîplomasiya Rûsyayê li hemberî "hebûna leşkerî ya biyanî " bêtir bi hêrs bûye, Mosko jî ev yek li hemberî "dorpêçkirina çareseriya siyasî ya aloziyê û parastina terorîstan di berdewamkirina tevliheviyê de" berpirsyar dît. Di van rewşan de dîplomasiya Urdunê jî di nava aliyên têkldarî dosya başûr de tevdigere da ku ji tundiyê biparêze.

Rêjîm çalakiyeke leşkerî dest pê dike da ku deverên opozîsyonê li başûr ji hevûdu cûda dike

Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî aloziya Sûriyeyê nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Rêjîm deverên opozîsyonê li başûr ji hevûdu cûda dike". Rojnameyê diyar kir ku hêzên rêjîmê dest bi çalakiyeke leşkerî kirine û armanca vê çalakiyê ew e ku deverên li gorî hevpeymana kêmpevçûnan a di navbera Emerîka, Rûsya û Urdunê de yên di bin serweriya opozîsyonê de ne yên li başûr ji hevûdu cûda bike. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên rêjîmê bajarokên El-Hirak û Nahtê yên gundewarê rojhilatê Deraa topbaran kirine û di encamê de 6 kes hatine kuştin û piştî ku Kefer Şemis jî hate topbaran kirin di van 24 saetên dawî de hejmara kuştiyan derket  9 kesan.

Netewên Yekbûyî rêjîm tewanbar kir ku sûcên şer li Xota pêk anîne

Girêdayî mijareke din a aloziya Sûriyeyê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Netewên Yekbûyî rêjîm û opozîsyon tewanbar kirin ku sûcên şer li Xota pêk anîne". Rojnameyê di raporeke ku ji 23 rûpelan pêk tê de destnîşan kir ku Komîteya Lêpirsînê ya girêdayî Netewên Yekbûyî hêzên hikûmeta Sûriyeyê û alîgirên wê û tabûrên opozîsyonê tewanbar kirin ku destdirêjî li Xota El-Şerqiyê pêk anîne û evan destdirêjî di asta sûcên şer de ne.

Di navbera tabûrên Hizbullah û Asayîşa Îraqê de pevçûn

Girêdayî mijara Îraqê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Tabûrên Hizbullah bi Asayîşê re kete nava pevçûnnan û rojhilatê Bexdayê weke 'çargoşeya ewlehiyê' dixwaze". Rojnameyê ragihand ku tabûrên Hizbullah ên girêdayî Hizbullah a Lubnanê li kolana Filestîn a rojhilatê Bexdayê li dijî asayîşa Îraqê kete nava pevçûnan. Çavkaniyekî hikûmetê ji El-Heyat re eşkere kir ku evan tabûrên Hizbullah rojhilatê Bexdayê weke "çargoşeya ewlehiyê" ji xwe re dixwazin.

Dadgeha Federaliyê ji bo bidawîkirina gengeşeyên girêdayî guhertina qanûna hilbijartinan îro dicive

Rojnameya El-Qudis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Dadgeriya Îraqê îro gengeşeya girêdayî guhertina qanûna hilbijartinan bidawî dike". Rojnameyê diyar kir ku tê payîn dadgeha federaliyê îro bicive û biryara sê daxwaznameyên li dijî guhertina sêyemîn a qanûna hilbijartinan dide.

Hêzên Yemenê derbasî El-Hudeyda dibin

Girêdayî aloziya Yemenê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "şahidên qaçaxtiya çekên Îranê ji Hosiyan re". Rojnameya El-Heyat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hêzên Yemenê ji aliyê başûr ve derbasî El-Hudeyda dibin û li nêzî Bendera bajêr  pevçûnên dijwar". Rojnameyê ragihand ku hêzên artêşa Yemenê bi alîkariya koalîsyona Erebî duh ji aliyê başûrê bajarê El-Hudeyda ve derbasî taxa El-Ribêsa bûn. Berdevkê koalîsyonê serdar Tirkî El-Malikî diyar kir ku armanc ji van zextên li ser milîsên Hosiyan ew e ku çareseriya siyasî qebûl bikin.  Wezîrê Karên Derve yê Yemenê Xalid El-Yemanî jî ji El-Heyat re got ku armanc ji vê çalakiyê ew e ku Hosiyan vegerînin ser maseya danûstandinan.

Filestînî li hemberî derketina şerekî nû li Gazayê metirsîdar in

Girêdayî mijara Filestînê jî rojnameya El-Qudis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "toreya dijberiya leşkerî li Gaza hişyariya serûbinkirina mijaran dide. Hemas û Cîhad piştrast dikin ku dê siyaseta 'bersivdar' bidin meşandin. Rojnameya Şerq El-Ewsat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hêrsbûn gefa şerekî nû li Gazayê dixwe". Rojnameyê diyar kir ku dijberiya li Gazayê metirsiyên derketina şerekî nû derdixîne holê, Îsraîlê li dijî firokên kaxezan ên bi agir israr dike dê heta bi êrîşên ezmanî bibersivîne. Tabûrên Filestînê jî dest bi qonaxeke nû di bin durişmeya "Topbaran li hemberî topbaranê" kirin.

Rojnameyê diyar kir ku balefirên Îsraîlê 25 deverên Tevgera Hemas li Gazayê di şevekê de armanc girtin.  Di heman şevê de 45 fûzeyên hawan ji Gazayê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin.

Gumanên binavbûna Delta El-Nîl li Misrê

Di nava mijarên ku rojnameya El-Ereb nivîsandine de  rojnameyê nivîeke xwe wiha bi nav kir: "Delta El-Nîl li hemberî binavbûnê rû bi rû ye". Rojnameyê diyar kir ku gelek dewletên Erebî û di nava wan de Misir di bin metirsiyên ji ber guhertinên atmosfêrê de ne. Li gorî gelek lêkolînên di derbarê karûbarên Misrê de tê gumankirin ku beşekî ji Delta El-Nîl dê binav bibin. Heta demeke nêzîk hişyariyên "lehiyê" ku dê nexşeya berava bakurê Misrê biguherîne, bê bawerî dihatin destgirtin. Di van demên dawî de ev mijar bêtir bi awayekî ciddî ji aliyên fermî ve tê destgirtin.