Angela Merkel rewşa koçberên Sûriyeyê gotûbêj dike

Şêwermenda Almaniya Angela Merkel rewşa koçberên Sûriyeyê li herêmê û li Urdun û Lubnanê bi qiralê Urdunê Ebdullah Duyemîn re gotûbêj dike

Angela Merkel rewşa koçberên Sûriyeyê gotûbêj dike
21 hezîran, 2018   09:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwermenda Almaniya Angela Merkel di serdaneke fermî de gihîşt Umanê û bi qiralê Urdunê Ebdullah Duyemîn re civiya û rewşa koçberên Sûriyeyê li herêmê û têkliyên hevkariyê û dosyeyên herêmî yên niha gotûbêj kirin.

Li rex Şêwermenda Almaniya Angela Merkel hejmareke parlemanteran û karsazên Alman hebûn. Şandeya Almaniya ji aliyê rayedarên sivîl û leşkerî û sefîrên herdu welatan ve li balefirgeha Marka ya leşkerî hate pêşwazîkirin.

Merkel dê li Uman û Beyrûtê rewşa koçberan û bi taybet koçberên Sûriyeyê li herêmê û Urdun û Lubnanê gotûbêj bike. Tê payîn ku Merkel ji Urdunê berê xwe bide Beyrûtê.

Almaniya alîkariya Urdun dike ku pêşwaziya bêtirî 650 hezar koçberên Sûriyeyê yên li ba Netewên Yekbûyî hatine qeydkirin dike. Urdun diyar dike ku nêzî 1.4 milyon welatiyên Sûriyeyê Urdunê jiyan dikin.

(jh)