Saziya ava El-Cerniyê pirsgirêka avê çareser dike

Saziya avê ya bajarok El-Cerniyê ya girêdayî Şaredariya Gel a herêma Tebqayê piştî ku dînemoyên avê yên sereke li gundên Tawî û Tenêra xirab bûn, avê bi rêbazên din dighîne şêniyan.

Saziya ava El-Cerniyê pirsgirêka avê çareser dike
Saziya ava El-Cerniyê pirsgirêka avê çareser dike
21 hezîran, 2018   08:51

TEBQA

Şêniyên bajaroka El-Cerniyê û gundewarên wê pitşî ku dînemoyên avê xirab bûn zehmetiyan di peyda kirina avê de dibînin. Saziya avê ya bajaroka El-Cerniyê ket nav liv û tevgerê da ku vê pirsgirêkê çareser bike.

Stasyonên Tawî û Tinêra yên rojavayê El-Cirniyê yên li ber bendava Firatê de, cihên sereke yên ava vexwarinê didin nêzî sed gundan. Av ji herdû stasyonan diçe, stasyona El-Cirniyê û ji wir jî li gundan tê belavkirin.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê Saziya Avê ya El-Cerniyê Mehmûd Ebîd Osman tekez kir ku sê dînemoyên xirab bûne. Ji ber vê av kêm bûn her wiha saetên danîna vê ji 40 gund û mezreyan re kêm bû.

Osman diyar kir ku werşeyên kar 24 saetan di nava tevgerê de da ku dînemoyan li gorî derfetên xwe sererast bikin. Her wiha Osman destnîşan kir ku heta niha yek ji dînemoyên stasyona El-Tenêra hatiye sererast kirin û yên din jî ber bi werşeyên taybet ve hatin şandin.

Di dawiyê de Hevserokê Yekîneya Avê Mehmûd Osman bang Ii şêniyan kir ku ji ber kêmbûna saetên avê bila bêhna wan fireh be û destnîşan kir ku du herdû heftiyên li pêş me wê çareserî ji vê pirsgirêkê re were dayîn.

Saetên kêmkirina dayîna avê ne ji ber xirabûna dînamoyan tenê hate kêmkirin, lê belê ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava Firatê qut kiriye ev yek pêk hatiye.

(bx)

ANHA