Şaredariya Çiyayê Kizwanan bê alav e

Şaredariya Gel a Çiyayê Kizwanan ji ber kêmderfetan û tunebûna alavan nikare projeyên xwe pêk bîne.

Şaredariya Çiyayê Kizwanan bê alav e
Şaredariya Çiyayê Kizwanan bê alav e
21 hezîran, 2018   05:53

ŞEVÎN HESEN – NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Şaredariya Gel a Çiyayê Kizwanan ku di 24'ê Îlûna sala borî de hatiye vekirin, alav û amûrên xebatê li ba wê tune ne. Di encamê de û ji ber van kêmderfetan nikare proje û pilansaziya xwe pêk bîne.

Hevseroka Şaredariya Gel a Çiyayê Kizwanan Hind El-Ebdullah ji ajansa me ANHA'yê re axivî û diyar kir ku gelek alavên wan ên şaredariyê nayên peydakirin û got ku siwareyeke wan jî tune ye da ku gera xwe li gundên Çiyayê Kizwanan bikin û rewşa van gundan baş bişopînin.

Hind di axaftina xwe de got ku wan di pilansaziya xwe de gelek proje danîbûn pêşiya xwe lê kêmderfet û tunebûna alavan li pêşiya pêkanîna van projeyan dibin asteng.

Hind El-Ebdullah bang li aliyên têkldar kir ku alîkariya wan bikin û alavên pêwîst ji şaredariya wan re peyda bikin da ku karibin bi rêk û pêk xizmeta welatiyan bikin û devera çiyayê Kizwanan pêş bixînin.

ANHA