Bazara Eyn Îsa geşbûneke aborî jiyan dike

Welatiyên navçeya Eyn Îsa û gund û bajarokên derdorê berê xwe didin bazara Eyn Îsa û hemû pêdiviyên xwe ji vê bazarê peyda dikin. Nemaze ji ber rewşa ewlehî û aramiyê li herêmê bazara Eyn Îsa jî geşbûneke aborî jiyan dike.

Bazara Eyn Îsa geşbûneke aborî jiyan dike
21 hezîran, 2018   06:18

TIRKÎ EL-GALIT / GIRÊ SPÎ

Bazara navçeya Eyn Îsa ji ber peydabûna madeyên cûda û bi buhayeke baş, hejmara welatiyên ku serdana bazarê dikin jî gelekî zêde dibe. Di bazarê de dukanên cûr be cûr ên cilûbergan, pêdiviyên malê û xwarinê tên peyda kirin, nemaze nexweşxane û kilînîkên tenduristî jî ji bazarê ve nêzîk in.

Di bazarê de bêtirî 110 dukan hatine vekirin û li rex wan di kolanên teng ên bazarê de jî gelek firoşkar û dukanên din hene.

Di encama xebatên Komîteya Çavdêrî û Zimhêrê ya girêdayî Rêveberiya Xweser di van demên dawî de buhayên pêdiviyan jî gelekî erzan bûne, nemaze piştî ku piraniya pêdiviyan ji bajarên Minbic û Reqayê tên wergirtin.

Yek ji sedemên geşbûna aborî li navçeya Eyn Îsa li gorî rêveberan ew e ku ewlehî û aramî li giştî herêmê serwer e û hêzên ewlehiyê ji bo parastina herêmê li hemberî hemû destdirêjiyên çeteyan bê navber di nava xebatan de ne. Navçeya Eyn Îsa yek ji herêmên ku hejmara welatiyan têde zêde bûye. Nemaze ji ber ku hejmareke mezin ji koçberan berê xwe dane vê herêmê.

Girêdayî mijarê welatiyê bi navê Îsmaîl El-Ebid ê ji gundê El-Ursî ya gundewarê navçeya Eyn Îsa diyar kir ku pêşbirkiya di navbera bazirganên navçeyê de bandoreke erênî li buhaya madeyan kir û wiha got: "Hemû pêdivî û pêwîstiyên welatiyan di bazarê de bi buhayeke baş tên peydakirin. Bi saya vê bazarê êdî em ne mecbûr in biçin bajarên weke Minbic, Kobanê û Reqayê û pêdiviyên xwe ji van bajaran peyda bikin."

Dukandarekî di bazarê de yê bi navê Hilal El-Mihemed destnîşan kir ku buhaya pêdiviyan hêdî hêdî erzan bûn û êdî her tişt di vê bazarê de tên peydakirin. Her wiha di aliyê sebzeyê de jî li herêmê sîstema xwetêrkirinê pêk tê.

Navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ya herêma Firatê yek ji navendên stratejîk ên Bakurê Sûriyeyê ye û herêma Cizîrê bi herdu herêmên Minbic û Reqayê ve girê dide. Di van demên borî de jî geşbûneke aborî jiyan dike, nemaze ji ber ku karwanên bazirganiyê di vir re derbas dibin.

ANHA