Di 17 rojên Bagera Cizîrê de çi guherî?

Li aliyê başûr ê gundewarên bajarê Hesekê piştî ku şervanan şênî ji zilmê rizgar kirin û tiştê ji aliyê çeteyan ve li jnan hatibûn ferzkirin rakirin, jiyan hêdî hêdî asan dibe û piştî ku her tişt bûbû bi rengê reş niha jî reng li jiyanê vedigere.

Di 17 rojên Bagera Cizîrê de çi guherî?
21 hezîran, 2018   05:38

EHMED SEMÎR / HESEKÊ

Pêngava duyemîn a Bagera Cizîrê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi serkeftinên mezin hate xelatkirin. Piştî ku şervanên YPJ/YPG`ê bajarokê El-Deşîşa ji çeteyan rizgar kir deverên ku di bin dagirkeriya wan de kêm bûn. Bajarokê El-Deşîşa ya dikeve aliyê başûr ê gundewarên bajarê Hesekê ji bo çeteyan cihê herî girîng bû. Niha jî çete xwe li nêzî çolbistana li ser sînorê di navber Sûriye û Iraqê de vedişêrin.

Şervanan bi rizgarkirina bajarokê El-Deşîşa yek ji armancên hemleyê pêk anî. Armanca duyem ji wan re ew e ku sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de ji çeteyan rizgar bikin. Xeta sînor ku ev 5 sal e bûbû rêya çeteyan a derbaskirina çekan û çekdaran, ji wir ve çeteyan mayîn û erebeyên bombebarkirî derbas dikin û di bûyerên kutşin û êrîşên li dijî gelê Sûriyeyê bi kar dianîn.

Tişta ku bala mirovan dikişîne ku ciwanên herêmê ji pêkhateyên ereb ji bo rizgarkirina bajarokê El-Deşîşa û sînorê Sûriyê-Iraqê di nava QSD`ê de şer dikin.

Her wiha şervanên ji herêmên Dêrazorê û Şedadê yên ku nû hatine rizgarkirin, di nava YPJ`ê de li eniyên herî pêş li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer dikin. Armanceke wan a sereke ew e ku jinan ji zilma çeteyan rizgar bikin.

Morala şevanên YPJ`ê pir xurt e, ji ber ku li hemberî yên ku zilm û zorê li ser ferz dikin û mafên wan binpê dikin, şer dikin.

Yek ji şervanên YPJ`ê got ku şêniyên wê derê bê hêvî mabûn û digotin ew tu carî ji çeteyan nayên rizgarkirin û ev tişt anî ziman: "Dema ku em hatin rengê û kenê jiyanê careke din vegeriya ser rûyên şêniyan. Dema ku me bajarok ji çeteyan rizgar kirin em bi tilîlî û kêfxweşî ji aliyê şêniyan ve hatin pêşwazî kirin."

Jinên wê herêmê ji kiryarên çeteyan pir ne razî bûn. Dema ku gundên wan ji çeteyan hatin rizgarkirin yekser ew paçê reş ji ser rûyê xwe rakirin. Jinên gunde El-Hilwa tekez kir ku ew ji mirinê careke din li jiyanê vegeriyan.

Tevî ku firehiya bajarokê El-Deşîşa biçûk e û bi dehan malbat lê dijîn, lê çeteyan ew girên derdora wê ji xwe kirin navend û li wê derê gelek civînên serçeteyan dihatin lidarxistin. Çeteyên DAIŞ'ê bajarok ji xwe re kiribû navenda plana êrîşên li ser herêmên di Sûriye û Iraqê de, di heman demê de xeta wan a sereke ya derxistina petrolê bû.

Şervanên QSD`ê zêdetirî 20 gundan ji çeteyan rizgar kirin. Navên gundan wiha ne: El-Hemîdiye, Sefiyan El-Mezaar, El-Xebîra, Mercan, Um Mehfûr, Ebû Hamda, El-Feke, El-Hîb El-Marûf, Til El-Cayir, Xerbet Şeîr, Kaziyat Ebû Maseb û herî dawî bajarokê El-Deşîşa.

Çeteyan di her gundekî de dema ku li wan teng dihat sivîl wek mertalên zindî bi kar dianîn. Lê şervanan ji bo ku sivîlan rizgar bikin û bajarok ji çeteyan rizgar bikin jiyana xwe feda kir û têkoşîn kirin.

Piştî ku dema reş derbas bû wê nifşekî nû dûrî olperestî ku ji aliyê çeteyan ve dihat bikaranîn, were avakirin.

Tişta ku dihêle mirov pê bifikire ku çeteyan mayîn li gund û derdora rêyan datanîn da ku şervan pêşde neçin. Her wiha motorsîklet û erebeyên mayînkirî bi kar dianîn û xwe di xendeqan de ji ber derbeyan vedişartin.

Berî ku şervanên QSD`ê bajarokê El-Deşîşa rizgar bikin, şêniyên wê ji malên xwe derketibûn û berê xwe dabû herêmên rizgarkirî. Şervanan jî ew ber bi herêmên ewle wekî Hesekê û Şedadê ve birin. Her wiha Tîmên Rakirina Mayinan ên girêdayî QSD`ê dest bi rakirina mayînan ji bajarok kirin. Piştî ku bajarok bi temamî were paqijkirin dê şervanên QSD`ê şêniyan li malên wan vegerînin.

(bx/ew)

ANHA