Piştî xwesteka komînan, saziya avê dest bi xebatan kir

Rêveberiya avê ya herêma Tirbespiyê bi karê veguhastin û firehkirina xetên avê radibe û avê ji benda Safan ya sereke dide 7 gundan.

Piştî xwesteka komînan, saziya avê dest bi xebatan kir
20 hezîran, 2018   13:03

RÊNAS REMO – KADAR IBRAHîM/QAMIŞLO

Saziya avê ya herêma Tirbespiyê li ser daxwaza komînên 7 gundan ku gazin ji kêmaniya avê dikirin, veguhastina avê bi dirêjahiya 625 metreyan û ji gundê Bîyandor ê rojavayê Tirbespiyê hetanî bigihîje gundên Til Şeîr, Cîhan, Til bişk, Xuyêtlaya Mezin û ya biçûk, Şamo û Omerîk pêk anî.

Tevî ku av li van gundan peyda dibe lê ev av nayê vexwarin, ji ber wê jî saziya avê xetên avê ji van gundan re kişandin.

Ji aliyê xwe ve jî hevserokê saziya avê ya herêma Tirbespiyê Ferec Hesen got ku wan beriya mehekê dest pê kiriye û di hefteya bê de dê bi dawî bibe. Saziya avê wê alîkariya Şaredariya Gel ya Tirbespiyê jî bike.

Li ser projeyên dema bê yên saziya avê Hesen tekez kir ku wê avê ji gundê Dirêjîk re bibin û axên Qadisiyê û Tişrîn yên bajarê Tirbespiyê û xetên avê yên gundê Girbekîl yên bi dirêjahiya 300 metreyan biguherin.

Her wiha saziya avê xwe ji projeya firehkirina xetên avê re amade dike ku wê av bigihîje 42 malên li gundê Hesna li rojhilatî herêma Tirbespiyê û bi dirêjbûna 150 metreyan, ji bo ku avê ji gundê Farisok bînin.

(cu-ew)

ANHA