Perwerdeya mamosteyên Tebqayê dest pê kir

Îro di demên sibehê de perwerdeya bîrdozî û amadekirina mamosteyan li Tebqayê bi tevlêbûna hezar û 800 mamosteyên ji hemû branşan dest pê kir.

Perwerdeya mamosteyên Tebqayê dest pê kir
20 hezîran, 2018   12:34

TEBQA

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê li herêma Tebqayê perwerde da destpêkirin. Bi armanca bilindkirina asta mamosteyan ji aliyê branş û rêbazên dersdayînê ve dê mamoste werin perwerdekirin.

Tê zanîn ku mamoste li ser 3 navendan hatin belavkirin, her navendek derdora 220 mamosteyan di nav xwe de dihewîne. Navê navendên perwerdeyê wiha ne: Yên li herêma Tebqayê; Fayiz Mensûr, El-Cahid û Qurtiba û 5 navendên din li derveyî Tebqayê ne; Mensûra, Sehil, Mihemed Nûr, Hebîb Ebdulah û Kesra El-Ferec.

Her wiha rêveberê dibistana Fayiz Mensûr Mihemed El-Mihemed da zanîn ku perwerde rojane ye û ji saet 08.00`ê sibehê hetanî 12`ê nîvro didome û meh û nîvekê perwerde dê berdewam bike. Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Perwerde her hefte li ser branşekê ye, hetanî ku mamoste fêrî her tiştî bibin.”

Tê zanîn ku Komîteya Perwerde û Fêrkirinê perwerdeya taybet a 75 semîneran di bin siya endamên ku li ser rêxistinkirina perwerdeyê disekinin derbas bûye.

(cu-ew)

ANHA