Sersaxî ji malbata Şervan Zagros re hate xwestin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbesiyê ya girêdayî Kantona Hesekê, merasîma sersaxiyê ji bo şervanê YPG'ê Şervan Zagros ku di pêngava Berxwedana Serdemê de şehîd bibû organize kir.

Sersaxî ji malbata Şervan Zagros re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Şervan Zagros re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Şervan Zagros re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Şervan Zagros re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Şervan Zagros re hate xwestin
Sersaxî ji malbata Şervan Zagros re hate xwestin
20 hezîran, 2018   14:18

HESEKÊ

Li gundê Til Lêlûn ya navçeya Dirbesiyê, sedan şêniyên navçeya Dirbesiyê, şervanên YPG'ê, YPJ'ê, endamên Saziyên Sivîl û Meclîsa Malbatên Şehîdan tevlî merasîmê bûn.

Beşdaran pankartên şehîdan û alên YPG'ê û YPJ'ê hildbûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Xetîb, li ser navê YPG û YPJ'ê Agirî Şînda, Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-D) Mihemed Nebî Kotî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin, guhertina demografî ku dewleta Tirk û çeteytên wê li Efrîn dikin hat şermezarkirin. Her wiha axatifanan soza  şopandina riya şehîdan ta rizgarkirina hemî herêmên Sûriyeyê dan.

Kesên axivîne her wiha bang li gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kirin ku, ji bo hilbijartinên 24‘ê Hezîranê li Tirkiyê dengê xwe bidin HDPê.

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehadetê û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şx)

ANHA