Li Reqayê 5 pir hatin çaksazkirin

Şaredariya Gel a Reqayê bi hevkariya Komîteya Avakirinê li Reqa û derdora wê 5 pir çaksaz kirin.

Li Reqayê 5 pir hatin çaksazkirin
20 hezîran, 2018   11:26

EMAR EL-XELEF/REQA

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê Şaredariya Gel bi hevkariya Komîteya Avakirinê 5 pirên ku ji aliyê çateyan ve hatibûn teqandin, ji nû ve ava kirin.

Her wiha komîteyê dest bi çaksazkirina pira Romanî kir ku dibe rêyeke sereke ji bajarê Reqayê re. Pira Amabaran ya ku dikeve bakurê bajêr, piştî sererastkirina pira sereke ya bajarê Reqayê ya ku li aliyê rojhelat bi rojava ve girê dida.

Ji aliyekî din ve jî Komîteya Jinûveavakirinê bi hevkariya şaredariyê beriya demekê çaksaziya pira Hikumî û ya Spehiyê bi dawî kiribû.

Welatiyên herêmê jî kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Em spasiya Şaredariya Reqayê û Komîteya Jinûveavakirinê dikin ku ev pirên sereke ji me re çêkirin."

Ji aliyê xwe ve jî hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed Îbrahîm da zanîn ku ew piran bi hevkariya Komîteya Jinûveavakirinê dikin.  

Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku pira Mirawde ya herî girîng jî di rojeva wan de ye, ji ber ku çeteyan bi temamî xerab kiriye û dibe ku bê sazkirin.

(cu-ew)

  ANHA