Divê cîhan li dijî destdirêjiyên Tirkiyeyê yên terorîst tevbigere

Hersê navçeyên Hesekê û Kongreya Star a bajarê Hesekê du daxuyaniyên cûda dan û destdirêjiyên Tirkiyeyê û gefxwarinên Tirkiyeyê ji bo dagirkirina Minbicê şermezar kirin. Di herdu daxuyaniyan de bang li cîhanê hate kirin ku li dijî van destdirêjiyên Tirkiyeyê yên terorîst li Efrînê tevbigerin.

Divê cîhan li dijî destdirêjiyên Tirkiyeyê yên terorîst tevbigere
Divê cîhan li dijî destdirêjiyên Tirkiyeyê yên terorîst tevbigere
20 hezîran, 2018   11:28

HESEKÊ

Bi dehan endamên Kongreya Star li pêşiya komîngeha şehîd Mediya Îsa kom bûn û daxuyaniyek xwendin. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Kongreyê Helîme Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di encama komploya navnetewî û destdirêjiya li dijî mirovahiyê dewleta faşist a Tirkiyeyê dagirkeriya Efrînê kir û hemû pîvan û qanûnên navnetewî binpê kirin û destdirêjî li her tiştî kir. Dagirkeran li Efrînê destdirêjî li deverên pîroz ku sembola azadiyê û rûmetê nîşan didin kir û hewl didin demografiya herêmê biguherînin û li şûna malbatên efrîniyan çeteyan bi cih bikin. Li hemberî van destdirêjiyan berxwedaneke leheng ji aliyê şehîdan ve hate meşandin û ji giştî cîhanê re piştrast kirin ku ew dikarin li hemberî çekên NATO'yê li ber xwe bidin û baweriya wan bi doza wan a mirovahiyê gelekî mezin e.

Ji ber vê berxwedana leheng tirs û xof kete dilên dagirkeran û di encamê de destdirêjî li mezarên şehîdan kirin. Dagirker bi vê helwesta xwe ya destdirêjiya li mezarên şehîdan îspat dikin ku ew heta ji şehîdan ditirsin.

Dagirkeran bi awayekî hovane gundên sivîlan topbaran dikin û evan helwestên wê rastî bêdengiya navnetewî tê. Dagirker niha jî amadekariya dagirkeriya Minbicê dikin. Welatiyên Minbicê jî bi israr diyar dikin ku ew ti carî derfetê nadin leşkerên Tirk ku axa wan qirênj bikin.

Em weke endamên Kongra Star van êrîşên dagirkerên Tirkiyeyê û destdirêjiya wan li dijî mezarên şehîdan bi tundî şermezar dikin. Em bang li civaka naventewî dikin ku bi berpirsyariyên xwe yên exlaqî li hemberî van destdirêjiyên qirêj rabe."

Di heman çarçoveyê de meclîsên herêmî yên hersê navçeyên Hesekê daxuyaniyek dan û têde destdirêjiyên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê li pîroziyên Efrînê û gefxwarinên dagirkirina Minbicê şermezar kirin.

Bi dehan endamên Meclîsa Herêmî yên hersê navçeyên Hesekê li navenda Meclîsa Navçeya rojavayê Hesekê kom bûn û daxuyanî ji aliyê Endamê Komîteya Perwerdehiyê yê navçeya başûrê Hesekê Mehmûd Xelef ve hate xwendin.

Di vê daxuyaniyê de jî wiha hate gotin:

"Em destdirêjiyên qirêj û dermirovahî yên li dijî gelê Kurd bi tundî şermezar dikin. Em gefxwarinên Tirkiyeyê yên êrîşa li dijî Qendîlê û dagirkirina Efrînê û guhertina demografîk li Efrînê bi dundî şemezar dikin.

Em bêdengiya civaka navnetewî û helwestên fedok li hemberî van destdirêjiyan jî şermezar dikin.

Ev çend meh in Efrînê hêjî di bin hovîtiya terora Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê de ye. Dagirker bi awayekî derexlaqî destdirêjiyê li pîroziyên herêmê dikin û bi awayekî sîstematîk binesaziya herêmê hildiweşînin. Welatiyên Efrînê ku neçarî koçberiyê hatine kirin rewşeke jiyanî ya herî xirab jiyan dikin û li hemberî vê yekê jî aliyê ku îdîaya parastina mafên mirovan dikin hêjî bêdeng in.

Gefxwarinên Tirkiyeyê ya dagirkirina Minbicê jî tenê di çarçoveya vejandina xewna Osmaniyan a dagirkirina giştî herêmê ye û bi van destdirêjiyên xwe hewl dide îradeya gelan a azad bişkîne û rê li pêşiya azadiya hemû pêkhateyên herêmê bigire. Bê guman evan dagirker ti carî nikarin bigihêjin armancên xwe  û bi saya îradeya gelan serkeftin dê para azadîxwazan be."

ANHA