Li Çelê 2 leşkerên tirk hatin kuştin

Li navçeya Çelê a girêdayî bajarê Colemêrgê di encama êrîşeke de 2 leşkerên tirk hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Li Çelê 2 leşkerên tirk hatin kuştin
20 hezîran, 2018   11:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Çelê a girêdayî bajarê Colemêrgêya Bakûrê Kurdistanê di encama êrîşekê de 2 leşkerên tirk hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Li gor nûçeyên di çapemeniya dewleta tirk de cih digirin, Girê Harkabirim a gundê Ûzûndere ya navçeya Çêlê di çalakiyê de wesayîta leşkerî bû hedef û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, yek jî birîndar bû.

Têkildarî çalakiyê agahiyên berfireh bidest neketin, HPG’ê têkildarî çalakiyê hê ti daxuyanî nedaye.