Ji rêveberên Ewropayê têkildarî penaberiyê civîna awarte

Serokên Fransa, Almanya, Îtalya û Îspanyayê beriya civîna bilind a Ewropayê ku tê payîn di rojên 28 û 29'ê Hezîranê de li Brukselê were lidarxistin, der barê koçberiyê de civîneke awerte ya ne fermî dê li dar bixin.

Ji rêveberên Ewropayê têkildarî penaberiyê civîna awarte
20 hezîran, 2018   10:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerên Awisturya û Bulgaristanê, her wiha serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte, serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokê Fransayê Emmanuel Macaron û serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez dê beşdarî civîna awarte bibin.

Rojnameya îtalî Corriere della Sera der barê mijarê d got ku ew ê di civînê de mijarên sererastkirina mîzaniya Yekitiya Ewropayê (YE) nîqaş bikin, her wiha destnîşan kir ku dê mîzaniyek bi qasî 1.5 milyar dolar ji sindoqa alîkariya welatên Afrîkayê re were veqetandin.

Di demên dawîn de paytextên welatên Ewropayê ji ber zêdebûna daxwazên mafê penaberiyê, rêya derbasbûna Afrîkayê nîqaş kirin. Li gorî pêşniyaran navendên ku dê werin vekirin dê bi piştgiriya rêxistin û saziyên navdewletî pêk were.