'Divê haya Iraqê ji metirsiyên dagirkeriya Tirkiyeyê hebe'

Rayedarekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li hikumeta Iraqê kir ku li hemberî pêşgavî û dagirkeriya Tirkiyeyê di axa Iraqê de haydar be û diyar kir ku Tirkiye bi destdirêjiyên xwe gefan li hemûyan dixwe.

'Divê haya Iraqê ji metirsiyên dagirkeriya Tirkiyeyê hebe'
'Divê haya Iraqê ji metirsiyên dagirkeriya Tirkiyeyê hebe'
20 hezîran, 2018   10:35

KOBANÊ

Bi sedan ciwanên Rojava amadekariya meşeke girseyî dikin û dê ber bi deriyê sînor ê Sêmalka ve biçin û sînorê di navbera rojava û başûrê Kurdistanê de derbas bikin. Meşa ciwanan li ser banga Koordînasyona Giştî ya Yekitiya Ciwanên Rojava di çarçoveya qonaxa duyemîn a hemleya "Serî Hilde" de ya di bin dirûşma "Serî hildin, şer bikin, Efrînê rizgar bikin" de tê organîzekirin. Koordînasyonê çalakiyên xwe yên li Başûr aşkera nekirin.

Yekitiya Ciwanên Rojava di sala borî de hemleya xwe ya bi navê "Serî hilde" li dijî êrîşên artêşa Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê da destpêkirin.

Di qonaxa duyemîn a hemleyê de jî ciwan armanc dikin ku sînorê di navbera rojava û başûrê Kurdistanê de derbas bikin û li dijî pêşgaviya artêşa Tirkiyeyê li ser axa başûrê Kurdistanê derkevin. Artêşa Tirkiyeyê niha nêzî 30 km derbasî axa Başûr bûye û bêdengiya Iraqê û navneteweyî li hemberî van destdirêjiyên Tirkiyeyê heye.

Li hemberî van destdirêjiyên Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê ciwanên Rojava sibe roja pêncşemê di meşeke  girseyî de berê xwe didin başûrê Kurdistanê. Girêdayî mijarê endama Rêveberiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Kobanê Bozan Berkel bang li aliyên Iraqê û hikumeta wê kir ku metirsiya dagirkeriya Tirkiyeyê li ser axa Iraqê li ber çavan re bigirin û bi baldarî tev bigerin û li hemberî van destdirêjiyên wê bê deng nemînin.

Berkel bang li hikumeta başûrê Kurdistanê kir ku bi cidî nêzî mijarê bibe û li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê li ber xwe bide û wiha domand: "Tirkiye bi van destdirêjiyên xwe gefan li hemû aliyan dixwe û ji hikumeta başûrê Kurdistanê û bi taybet ciwanan tê xwestin ku rê li pêşiya vê dagirkeriyê bigirin."

Berkel di axaftina xwe de bang li hemû ciwanên Kurdistan kir ku sînorên di navbera parçeyên Kurdistanê de nas nekin û ji bo têkşikandina planên dagirker ên Tirkiyeyê asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Meşa ciwanan dê saet di 08:00'an de ji pêşiya Navenda Ciwanan a Kobanê dest pê bike û dê bi ciwanên herêmên din ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê re li Dêrikê bigihîjin hev û dê meşa xwe ber bi deriyê sînor ê Sêmalka ve berdewam bikin û derbasî başûrê Kurdistanê bibin.

ANHA