Rojevên sereke yên rojnameyên ereban

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de bal kişand ser rizgarkirina bajarokê Dişîşa yê li ser sînorê Sûriyê û Iraqê ku ji aliyê şervanên QSD'ê ve pêk hat, her wiha civînên ku dê De Mistura bi hêzên herêmî û navdewletî re der barê Sûriyê de li dar bixe. Rojnameyan her wiha şerê li Yemenê jî wek mijareke sereke dît.

Rojevên sereke yên rojnameyên ereban
18 hezîran, 2018   08:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban vê sibê jî rewşa li Sûriyê wek mijareke sereke dît. Rojnameyan bal kişand ser Hemleya Bagera Cizîrê û rizgarkirina bajarokê Dişîşa ji çeteyên DAIŞ'ê. Rewşa Lîbya û Yemenê jî wek mijarên sereke derketin pêş.

Sûriye

Rojnameya El-Şerq El-Ewset der barê Hemleya Bagera Cizîrê de sernavê "DAIŞ baregeha xwe ya li Hesekê winda dike" avêt. Rojnameyê destnîşan kir ku hêzên QSD'ê ragihand ku wan Dişîşa ya parêzgeha Hesekê ji DAIŞ'ê standiye û nêzî sînorê Iraqê bûne.

Rojnameyê her wiha  li ser zimanê Navneda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî sernavê "DAIŞ hêzên xwe li çolistana Dêrazorê ji bo girtina rêya stratejîk kom dike” avêt û wiha dom kir: "Armanca wan ew ku rêya di navbera Tehran û Beyrûtê de bigirin."

Rojnameya El-Şerq El-Ewset her wiha sernavê "De Mistura li lihevkirina navdewletî-herêmî digere" avêt. Rojnameya El-Heyat jî der barê rewşa Sûriyê de sernavê "Duh di hewldanên navdewletî yên ji bo aloziya Sûriyê de lez hate qeydkirin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku 3 dewletên garantor ên Astanayê (Rûsya, Tirkiye û Îran) îro bi nûnerê NY’yê yê Sûriyê Steffan De Mistura re dicivin.

Rojnameya El-Heyat jî der barê rewşa meydanî ya Sûriyê de sernavê "Rûsya li rojavayê Firatê perdeya ewlekariyê ji ser Îran radike" avêt.

Rojnameya El-Quds El-erebî jî der barê mijarê de sernavê "Rejîma Sûriyê û hevkarên xwe hewl didin opozîsyonê li eniya Dera sor bikin" avêt.

Lîbya

Girêdayî mijara Lîbyayê rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Artêşa Lîbyayê ji bo serweriya li ser kevana petrolê êrîşên xwe dike". Rojnameyê diyar kir ku bi nêzîkbûna temamkirina serweriya li ser bajarê Derna û rizgarkirina wê ji destê milîsên radîkal, fermandariya giştî ya artêşa niştimanî ya Lîbyayê bi serokatiya serbaz Xelîfe Hefter duh destpêkirina êrîşeke mezin a artêşê ragihand da ku komên çekdar ên di bin fermana Îbrahîm El-Cezran de ji her du benderên Raslanof û Sêrte yên devera "kevana petrolê" ya li bakurê welat biqewitîne.

Îsraîl avakirina dîwarê li derdora Gazzayê bi lez dike

Girêdayî mijara Filistînê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîl kesên firokeyên kaxiz difirînin Gazzayê armanc digire." Rojnameya El-Heyat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîl avakirina dîwarê mezin li derdora Gazzayê bi lez dike". Îsraîlê nêzî çaryek ji vî dîwarî ava kiriye.

Iraq

Girêdayî mijara Iraqê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "El-Ebadî malgirtina dewletê û çekan bi lez dike û parlamento hişyariya dijberiyan dide." Rojnameya El-Ereb jî di sernavekî xwe de wiha got: "El-Ebadî amadekariya eniyeke siyasî dike da ku koalîsyona El-Sedr û Heşd El-Şabî bibersivîne." Rojnameyê diyar kir ku serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî ku di paya sêyemîn a hilbijartinan de ye, hewl dide koalîsyona Saîron û El-Fetih bibersivîne. Rojnameyê destnîşan kir ku El-Ebadî di vê derbarê de bi Îyad Elawî û Emar El-Hekîm re li hev kiriye.

Yemen

Girêdayî aloziya Yemenê rojnameyan behsa şerê El-Hudeyda kir û di vê derbarê de rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hûsî radestkirina El-Hudeyda bê şer red dikin." Rojnameya Şerq El-Ewsat jî manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Peywira Griffith der barê El-Hudeyda de bi guman e."

Rojnameyê diyar kir ku şandeyên navneteweyî ji bo Yemenê Martin Griffith hewldanên xwe li Senaî berdewam dike da ku koma hûsiyan razî bike ku bajarê El-Hudeyda û bendergeha wê radest bikin. Tê gotin ku serokê koma hûsiyan hê jî li benda perspektîfên Îranê ye da ku erê bike yan red bike. Hikumeta Yemenê jî koma derbkar tewanbar kir ku li hemberî pêşniyara navneteweyî serhişkiyê dike.