Balafirên Îsraîlê li Xezayê gelek cih bombebaran kirin

Balafirên şerên Îsraîlê gelek êrîş li dijî Tugayên Filistînê yên li Xezayê pêk anîn. Ev êrîş wek bersiva Tugayên Filistînê tê şîrovekirin. 

Balafirên Îsraîlê li Xezayê gelek cih bombebaran kirin
18 hezîran, 2018   08:35

XEZA

Nûçegihanê ajansa me ji Xeza ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê gelek êrîş li dijî cihên sereke yên Tevgera Hemasê yên li Xeza û Cebelya pêk anîn û hetanî niha hejmara kuştî û birîndaran nehatiye diyarkirin.  

Her wiha nûçegihanê me da zanîn ku ev êrîş li dijî topên avêtine aliyê Îsraîlê wek bersiv hate nirxandin.

Hate zanîn ku Tevgera Hemas hîn jî leşkerên xwe dişîne ser sînorê Xezayê, ji ber ku balafir belavokên şewatê belav dikin û ev yek jî dibe sedem ku 4 hezar û 500 donim ji erdê welatiyan bişewite. 

Tê  zanîn ku Xeza rewşeke ne baş dibîne ji ber tevgera Hemasê ku sînor kiriye cihê şer û Tugayên Filistînî topan bi aliyê Îsraîlê ve diavêjin û balafirên Îsraîlê bersivê didin.

(cu-ew)

ANHA