Balafirên nenas li El-Bûkemal li hêzên rejîmê dan

Balafirên nenas li nêzî sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de li nêzî bajarê El-Bûkemal ê rojhilatê bajarê Dêrazorê baregehên hêzên rejîma Sûriyeyê û hêzên alîgirên Îranê armanc kirin. Li beyara Sûriyeyê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûn berdewam in. Hêzên rejîmê ji aliyekî din ve hêzên xwe ber bi başûrê Sûriyeyê ve dişîne.

Balafirên nenas li El-Bûkemal li hêzên rejîmê dan
18 hezîran, 2018   09:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên rejîma Sûriyeyê û milîsên Îranê li nêzî bajarê El-Bûkemal ê li nêzî sînorên di navbera Sûriye û Iraqê de, ji aliyê balafirên nenas ve rastî êrîşekê hatin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di encama êrîşê de nêzî 40 leşkerên rejîmê û hêzên alîgiriya Îranê dikin hatine kuştin.

Pentagonê girêdayî vê êrîşê li ser zimanê berdevkê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Adrian Rankine Galloway diyar kir ku ev êrîş ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve pêk nehatiye.

Li aliyekî din li eniya di navbera îstasyona duyemîn (T2) û îstasyona sêyemîn (T3) de şer û pevçûn di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ'ê de berdewam in. Li heman herêmê topbaran û teqînên mezin rû didin. Hêzên rejîmê li vê herêmê ango li deverên Cebel Kebit, Bîra El-Wirk, Bîra El-Etşan û Til Şedîd pêşketinek bi dest xwe ve aniye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan di demeke borî de ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê leşker û alavên xwe li devera di navbera bajarên El-Bûkemal û El-Meyadîn de belav dike û li devera îstasyona T2 çeteyên DAIŞ'ê amadekariya êrîşeke mezin li dijî hêzên rejîmê dikin.

Li başûrê Sûriyeyê û li giştî parêzgeha Idlibê jî bêdengiyek heye û tenê hêzên rejîmê hin caran topan diavêjin bajarê Deraa û her du bajarokên Eqreba û El-Tîha. Balkêş e ku ev bêdengî dema ku artêşa Sûriyeyê hêzên xwe û yekîneyên xwe bêtir li parêzgeha Deraa belav dike, pêk tê.